
Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW), kongreya xwe ya 4. a asayî li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê lidar xist. Piraniya wan delege, bi qasî pênc sed kes tevlî kongreyê bûn. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Hevserokên NAV-DEM’ê û nûnerên gelek saziyan jî di kongreyê de amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşên Kurdistan û cîhanê Muslim axivî û got, “Gelê Kurd bi xwîna şehîdan îro ji nû ve dîrokê dinivîsînin. Şehîdên me, zarokên me yên bi rengekî azad ji dayik bûne. Ji ber ku ti carî koledarî qebûl nekirin dan ser vê rêyê û şehîd bûn. Li her bihosta axa Kurdistanê xwîna şehîdên me hene. Bi xurtkirina têkoşîna bicihanîna xeyalên şehîdan li her çar parçeyên Kurdistanê, em ê layiqî wan bin. Gelekî ku bi têrkerî nikaribe xwedî li şehîdên xwe derkeve, şensê xwe yê serketinê nîne.”
‘Divê malbat hemû beşdar bibin’
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç û Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr jî, kêmasiyên rêxistinî yên KOMAW’ê nirxandin û diyar kirin, ku ew ê hewldanên xwe zêde bikin ji bo hemû malbatan di binê vê sîwanê de li hev bicivînin.
Goksûngûr diyar kir, ew ne weke Hevseroka NAV-DEM’ê, weke endameke KOMAW’ê li kongreyê ye.
Piştî xwendin û nirxandina rapora karê salekê, rêveberiya hû hate hilbijartin.
ANF / DORTMÛND