
Bi hezaran jin ji bo tevli 2.Kongreya asayî ya Meclisa Jinan a BDP'ê ya bi dirûşma "Jina rêxistinkirî, rizgariya demokratîk û jiyana azad" li Enqere kom bûn. Kongre ji bo bîranîna 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatibûn qetilkirin pêk hat û li salona kongreyê pankarta bi wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li ser "Soza we soza me ye, riya we riya me ye" hatibû nivîsîn hat daliqandin. Her weha wêneyên jinên di Tevgera Jinan a Kurd de bûn sembol ên weke Zeynep Kinaci (Zîlan), Gulnaz Karataş (Berîtan), Ekîn Ceren Dogruak, Şîlan Kobanî, Viyan Soran, Sema Yuce, Leyla Qasim, Meysa Bakî, Şîrîn Elemhulî û wêneyên wekîl û şaredarên jin ên girtîne hatin daliqandin. Her weha wêneyên zarokên kurd ên hatin qetilkirin û jinên bi navê Ayşe Paşali û Pîppa Bacca yên hatin qetilkirin jî hatin daliqandin. Dîsa di salonê de pankartên "Vejina neteweyî wê bi vejîna jinê bi wate be", "Asta azadiya jinê asta azadiya civakê ye", "Bila hişmendiya zarokan qetil dike were darizandin" û "Qirkirina jinê qirkirina civakê ye" hatin daliqandin.
Gelek mêvan amade bûn
Gelek nûnerên saziyên jinan, aktivîstên jinan, nûnerên partiyên siyasî û komeleyan, akademîsyen û bi hezaran jin tevli kongreyê bûn. Dema ji dayikên Roboskî Mercan Encu û Semra Encu bi wêneyên zarokên ketin salona kongreyê demên hestiyar hatin jiyîn. Di kongreyê de EHD, EMEP, ESP, Meclisa Jinan a Sosyalîst, Tevgera Partiya Gelecek, Halkevlerî, Partiya Yeşîller û Sol Gelecek, HDK, KCD, KADEP û Federasyona 78'ên a Şoreşger, rêxistinên jinan, nûnerên sendîkayan û endamên LGBT'ê jî cîh girtin.
Her heha xwîşên Mazlum Dogan Serap Mutlu û Arîfe Dogan, xwişka Rêberê Gelê Kurd 'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, dayika Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Yucel Halîs (Alîşer) Gullu Halîs, Dayika Ekîn Ceren Dogruak Hulya Dogruak, Dayikên Şemiyê, dayika Şenay Guçer (Delîla) Gulsum Goçer, rojnameger Ayşegul Dogan, Kiymet Dogan û li ser navê YAKAY-DER'ê Hanim Tosun jî di kongreyê de amade bûn.
Mêvanên navnetewî jî hebûn
Ji gelek welatên biyanî jî Tura Pêşxistin û Pêşvebirina Projeyên Jinan (Avusturya) Helga Neumaîer, Leeza Komeleya Pêşxistin û Xebata Yekitiya Derveyî Welat (Avusturya) Kiymet Cevîz, Partiya Çepkir a Ewropa (Yunanîstan) Sîa Anagnostopoulou, Partiya Çep a Ewropa (Partiya Komunîst a Fransa) Helene Bîdard, Ji Konferasa Jinên Ewropa Halînka Augustîn, ji Partiya Marksîst Lenînîst a Elemanya Monîca Gaertner, Ji Konferasna Ewropa ya Jinên Cîhanê Anne Wîlhelm, Ji Zanîngeha Utek a Hollandayê Eveleyn Klîjweg, Ji Herêma Federal a Kurdistanê Alkaddî Wîdad, ji Partiya Zahmetkêşanê Kurdistan Nîştîman Kemal û Sayma Mamend, Partiya Goran Fevziye Fekîrest, serfîrên DYE, Hirvatîstan û Îtalyayê tevli kongreyê bûn.
Peyama Ocalan hate xwendin
Kongre bi xwendina siruda "Çarxa Şoreşe" û rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Axaftina vekirinê Endama Meclisa Jinan a BDP'ê Naîle Balî kir.
Paşê Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji kongreyê re rêkirî bû bi kurdî xwend. Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser rola jinê ya di pêvajoya aştiyê de û got, "Ez bawer im ku di pêvajoyên aştiyê de wê ev dilpakî zêdetir bi pêş bikeve, li cihê girêdaneke wekî koleyan, ew ê bibin hêza bi awayekî xweşik pêşxistina azadiyê. Belkî jî ev yek dê bibe xebata herî pêşdeçûyî ya sedsala 21’an." Ocalan her weha têkoşîna jina kurd ya ji bo azadiyê jî bibîrxist û di vê mijarê de têkoşîna Sakîne Cansiz mînak nîşan da:"Jiyana Sakîne mînake. Azadiya jinê, têkoşîna Sakîneyane. Divê hûn hesabê Sakîne bipirsin û rastiya komkujiyê derbixin holê. Jinên şehîd ên qehreman hene. Hemû jî gelek hejane. Ez wan bi rêz bi bîrtînim.Li hemberî êşên ku jinan jiyan, jiyan herî bi xweşik heq kirin. Hewldanên min ên ji bo aştiyê, ji berîkirinên wan re bersive. Aştî dema ku jin têde be wê herî zêde pêşbikeve. Divê her tim milîtantiya aştiyê bê kirin. Tevlibûna jinan a ji tevgera aştiyê re divê di asta milîtantiyê de be."
Girtiyên PAJK´ê peyam şandin
Paşê peyama girtiyên PAJK’ê ku ji girtîgehê rêkiribûn, peyama parlamenterên BDP'ê Gulser Yildirim û Selma Irmak û girtiyên din ên jin hatin xwendin. Di peyaman de têkoşîn û berxwenda heta niha hatî dayîn hat silavkirin. Girtiyên PAJK'ê jî di peyama xwe de diyar kirin ku sekna Sakîne Cansiz ji aliyê dîrokê ve hat nivîsandin û berxwedana hemû jinên li ser vê esasê têkoşîn dayîn esas digirin.
Kişanak: Em aştiyê bi hev re saz bikin
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî di axaftina xwe de anî ziman ku pêvajoya aştiyê ku hatiye destpêkirin girîng e. Kişanak, da zanîn ku jinan her tim di pêvajoya têkoşîna civakî de cihê xwe girt û wê her tim têkoşîna xwe bidomîne. Kişanak wiha got: " Gelek girîng e ku em layîkî dayikên aştiyê û hemû dayikên zarokên xwe winda kirine bibin. Em ê vê têkoşînê mezin bikin û bigihijînîn serkeftinê. Em azadî û demokratiyê bi tu tiştî naguherînin. Em li welatekî mafê jiyana jinan ji holê radikin dijîn. Ger rojekê aştî pêk bê wê birûmet, demokratîk û hemû kes jê keyfxweş bin. Ji bo vê yekê em ê weke her car di têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em ê bi hemû jinan re vê têkoşînê mezintir bikin. Em ê di têkoşîna ked û demokrasiyê de cihê xwe bigirin."
Tugluk: Çareserî bi jinan pêş bikeve
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd girêdayî jinan e û wiha got: “Em weke jinên kurd û siyasetmedarên kurd divê vê têkoşînê biserbixin. Em soza vê yekê didin. Em xwedî li têkoşîna aştî û azadiya vî gelî derkevin. Ji bo birêz Ocalan bi hêz tevli pêvajoyê bibe divê şertên wî bên sererastkirin. Ji ber vê yekê behsa piştevaniya kurd û tirkan tê kirin. Ez bawer dikim ji bo aştî û çareseriyê ev yek guncav e. Emê weke jinan di her qada jiyanê de cih bigirin. Jin wê çareseriyê pêş bixin û çareseriya bêyî jinan ne mimkun e.”
Li ser navê jinên Elewî Seroka Komeleya Elewiyên Demokratîk û Azad Elmas Çalışkan, axivî û diyar kir ku ew weke elewî piştgiriyê didin pêvajoyê û berpirsyarî hildigirin. Çalişkan da zanîn ku ji ber vê yekê ew spekulasyonan qebûl nakin û divê tu kes li ser navê Elewiyan neaxive û vê yekê qebûl nakin.
Navê endamên Meclîsa Jinan
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin. Pişt re lîsteya meclisa jinan ji dîwanê re hat pêşkêşkirin û hat qebûlkirin. Li gorî îsteyê di meclisa jinan de jinên cih digirin navên wan wiha ne: "Pelîn Yilmaz, Naîle Balî, Ayşe Yildîz, Necla Nergîz, Hamîde Yuksel, Miyeser Çelîk, Sakîne Kayran, Cîhan Ekîn, Aysel Ceylan, Naîle Coşkun, Muslîme Kaplan, Hulya Taşar, Hatîce Gungor, Emîne Înan, Rahşan Engîn, Kiymet Ilgaz, Aynur Aşan, Leyla Erdem, Zeynep Uren, Şems Akin, Şahcan Tuner, Zehra Suleymaoglu, Emîne Esmer û Altun Yaray."
Kongreya jinan bi coş û heyecaneke mezin û bi dirûşma "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.
DÎHA/ENQERE