Greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 44’an de ji aliyê koma 22’an ve dewr hate girtin. Di dema dewirgirtinê de Hevseroka Nûnertiya HDP’ê Muzeyen Guneş peyivî û got, “Niha koma 22’emîn dest bi grevê kir. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo dewam bike û parlamenter di hepsên Tirkiyeyê û Kurdistanê de bin, wê çalakî dewam bikin. Endamê Nûnertiya HDP’ê Nasir Yagiz jî ev 44 roj in di greva birçîbûnê de ye. Rewşa tenduristiya wî her ku diçe xerab dibe. Lazim e Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî li hemberî van kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ya rakirina tecrîdê bi cih bînin.”
ROJNEWS/HEWLÊR