Ji herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê 4 ciwanên din, ji bo ku beşdarî berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.
Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, hêrsa gelê Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Li aliyekê xwepêşandan û boykota malên dewleta Tirk berfireh dibe, li aliyê din, ciwan berê xwe didin nava refên “Berxwedana Rûmetê”.
Doh jî, ji herêma Germiyan kome ciwanan a ji 4 kesan, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ciwanan got, ew ê li dijî dagirkeriyê tevlî berxwedana gelê Rojava bibin.
Ji roja ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk destpê kirine û heta niha, ji herêmên Şeladizê, Zaxo, Germiyan, Silêmanî, Raperîn, Çemçemal û Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwanan berê xwe dan Rojava û tevlî berxwedanê bûn.
Zanîngeha Silêmanî jî piştgiriya xwe nîşan da
Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bi çalakiyekê piştgirî dan Berxwedana Rûmetê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Xwendekar û mamostayên zanîngehê hemû beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘Na ji bo şer’, ‘Na ji şîdetê re’ û ‘Na ji dagirkeriyê’ re bi zimanê Kurdî û Îngilîzî berz kirin.
ROJNEWS/GERMIYAN/SILÊMANÎ