Li Başûrê Kurdistanê, bi destpêkirina betlaneya dawiya salê ya dibistanên seretayî re di nava zarokan de coşa wergirtina karneyê der bû. Komeleya Hêvî jî pêlîstok diyarî xwendekaran kir ku sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2015-2016’an bi rengekî serketî bi dawî kirin. 

Di vê çalakiya bi coş a li dibistana seretayî Şadan a li taxa Şorce ya Kerkûkê de, rêveberê Komeleya Hêvî Şaxê Kerkûkê Mihemed Gabar, endama RJAK’ê Dilovan Kerîm, dayikên gerîlayên li nava refên PKK’ê jiyana xwe ji dest dayî, gelek mamoste û malbatên xwendekaran amade bûn.


Perwerdeyê teşwîq dikin

Dilovan Kerîm li vê derê axivî û diyar kir, Komeleya Hêvî xwestiye, kêm jî be kêfxweşiya xwendekaran parve bike û got, “Di serî de ez hemû xwendekarên karneyên xwe standine pîroz dikim. Her wiha spasiya mamosteyên me yên tevahiya salê xwendekar perwerde kirî dikim. Di rojeke ew çend bedew de em kêfxweş in bi we re bin. Ji niha û pê ve jî em serketinê ji we re dixwazin û hêvîdar in ku hûnê xizmetên bi xêr ji Kurdistanê re bikin.”

Piştre midûrê dibistanê Gîlas Omer Bekîr mafê axaftinê wergirt û spasiya Komeleya Hêvî kir û got, “Her weha em minetdarê xwendekarên xwe ne ku reng dane vê roja bedew. Bêguman çalakiyên bi vî rengî hemû zarokên li herêmên me yên şer jî dijîn kêfxweş dike û teşwîqî perwerdeyê dike.” 


 KERKÛK