Hevserokên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê parêzer Gulşen Ozbek û Serhat Eren, û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Hiqûqnasên Kurdistanê Gulşen Ozbek daxuyanî xwend û got, ew ê ji bo welatiyên ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber nasname, dîn, zayend, nêrîna xwe rastî neheqiyê tên, têbikoşin û weha peyivî: "li ser bingeheke meşrû û demokratîk em ê têkoşîneke hiqûqî bikin û me biryar da ku navenda komaleya me li Amedê be."
Ozbek diyar kir ku ew wek hiqûqnasên ku pirî caran li hember astengiyên mafên xwezayî û azadiyê tên ji bo ku di navbera xwe de yekitiyekê pêk bînin û ji bo ku mafên hiqûqî yên mirovan biparêzin ev komale ava kirine. Ozbek, destnîşan kir ku ew ê li cihê hiqûqa ku desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, ji bo hiqûqeke ku hemû derdorên civakê pê bawer in bixebitin û wiha axivî: "em ê ji bo binesaziya hîqûqeke ku hemû takekesan diparêze û ji bo ku pergala dadê pêk were, xebatan bimeşînin."
Ozbek anî ziman ku 70 kes avakarên komeleyê ne û ew ne bi tenê li Amedê li bajarên Kurdistanê hemûyan ji bo ku şaxên komeleyan ava bikin jî dixebitin û piştgirî ji hemû hiqûqnasan xwest.
Ozbek biryara Serdozgeriya Amedê a der barê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê de dabû jî bi bîr anî û got: "em hêvîdar in ku ev biryar ji bo me jî lê be û bi ti astengiyê re em  rû bi rû nemînin."
Ozbek di dawiya axaftina xwe de jî got, ew ê wek avakarên Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê li her warê jiyanê li hember neheqî û zilmê têbikoşin û bi vê armancê alikariya hemû welatiyên ku mafên wan hatinebinpêkirin, bikin. 

DİHA/AMED