Herî dawî 2'emin Kongreya Nivîskarên Kurd di 4'ê Cotmehê de hatibû lidarxistin û rêveberiyeke nû hatibû hilbijartin.
Her wiha rêverberiya Komelê da zanîn ku li cihê nû dixwazin pirtûkxaneya komelê vekin, lewra jî pêdivî bi pirtûkan heye ji bo vê yekê jî daxwaz ji endaman kir ku her yek pênc pirtûkan diyarî komelê bike.
Komele wê çalaktir be
Rêveberiya Komelê duh ragihand ku li Amedê cihekî nû peyda kirine. Hevserokê Komelê Omer Dilsoz da xuyakirin ku piştî peydakirina cih wê di siberojê de wekî komel hê çalaktir tevbigerin û got: Ji bo siberojê gelek planên me hene. Berî her tiştî em dixwazin peyva Kurdî bilind bibe. Aqilê hevbeş ê civaka Kurdî bi awayekî rêkxistî were pêş. Têkiliya nivîskar û xwendevanan çêbe, nivîsên/berhemên Kurdî bigihêjin xelkê."
NAVENDA NÛÇEYAN