Li paytexta Elmanyayê Berlînê Komeleya Gelên Rojava û Bakurê Sûrî kongreya xwe ya yekemîn doh çêkir. Komele beriya 3 mehan hatibû damezrandin.
Endamên Meclîsa Kurdistaniyên Azad Berlîn, Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û nûnerên PYD Berlînê beşdarî kongreyê bûn.
Piştî hilbijartina dîwanê, axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin. Hevserokê Meclîsa PYD Berlîn Silêman Hajî axivî û qala rola hevkar a PDK’ê kir û bal kişand ser rola wê ya di êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.
Hajî got; “Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya YPG, YPJ û HPG’ê şoreşa mirovahiyê pêk tê. Lê ji bo astengkirina vê dijmînên mirovahiyê çi ji destê wan tê dikin. Baskê wê yê Kurd jî PDK dimeşîne.”
BERLÎN