Li ser vê yekê meclîsên bajêr ên girêdayî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) civînek hevpar lidar xistibû û banga hişyariyê li Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyê kiribû. Her wiha Meclîsa Sivîl a ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê jî civînek awarte lidar xistibû gelek biryar girtibûn, dîsa heman bang kiribû. Meclîsê ji bo ku bi komên çekdar re hevdîtinan pêk bîne jî heyetek ji 5 kesan pêk tê ava kiribû.
Piştî van hewldanan, komên çekdar ji bajêr derketin. Bi derketina komên çekdar re, hêzên YPG'ê ku tedbîrên xwe zêde kiribûn jî, vegeriyan baregehên xwe.
Li bajêr niha aramiyek heye û ewlekarî ji aliyê hêzên asayîşê ve tê girtin. Her wiha welatî daketin kolanan û keyfxweşiya xwe anî ziman.
SERÊKANIYÊ