Emerîka, Tirkiye û Erebîstan Siûdî wê li herêma Şehba di bin navê ‘Artêşa Bakur’ de hêzeke leşkerî ava bikin. Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) bi pêşengiya Emerîka û Tirkiyeyê û bi piştgiriya Erebîstana Siûdî û Qeterê planeke nû hatiye amadekirin. Li gorî planê wê li herêmê hêzeke nû bê avakirin û Emerîkî dê bi balafiran û Tirkiye jî bi topan destekê bide vê komê. Komên ku wê beşdar bibin jî, wê di bin navê  “Artêşa Bakur” de xwe orgenîze bikin.


Leşkerên Tirk wê şerê yekser nekin

Lê ev plan dê ji ya beriya xwe ya têkçûyî cûdatir be. Noqteyek din ya esasî jî ew e ku li gorî planê leşkerên Tirk wê yekser nekevin nava şer. Ev xalên ku hatin rêzkirin, di civîna roja 9’ê Gulanê ya li Tirkiyeyê de hatine nîqaşkirin. Di heman civînê de nûnerên îstixbaratên Emerîkî, Tirkî, Qeterî, Siûdî û fermandarên komên çete amade bûn.

Di encama wê civînê de, hêzên navbihûrî li ser van xalên jêr li hev kir:

* Hemû tugayên navê wan ne di lîsteya terorê de, neçar in ku xwe di bin navê Artêşa Bakur de kom bibin, Qeter û Siûdî jî dê di warê lojistîkî de destekê bidin wan.

* Artêşa Bakur dê weke Artêşa Fetih be û di nava xwe de komên wekî Ehrar El-Şam, Feyleq- Ceyîş El-Şam- Şoreşgerên Şamê- Cebhe Şamiye-Zinkî û hwd bihewîne.

Li ser vê yekê Tirkiye gef li hemû koman xwarin ku eger yek ji wan beşdarbûna vê artêşê qebûl neke, dê êdî destekê nede wan û navê wan bixe lîsteya terorê.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye beriya 20 rojan jî, kar û barên hemû saziyên alîkariyê yên li Sûriyeyê da rawestandin, ev yek jî weke zextekê li ser van koman hat nirxandin.

Tê gotin ku ji ber vê pilanê jî Emerîka daxwaza Rûsyayê ya wekî “Bila rêxistina Ehrar El-Şam û Ceyş El-Îslam jî bikevin lîsteya terorê” red kiriye.


Hedefa yekem ne rêjîm e

Hin çavkaniyên ku bi mijarê re têkildarin ji ANHA’yê re axivîn û gotin, hemû tûgayan qebûl kirine berşdarî ‘Artêşa Bakur’ bibin, dê di demeke nêz de dest bi hemleyê bikin, lê hedef ne rêjîma Sûriyeyê ye. Çavkaniyan da zanîn ku hedef DAIŞ e û gava yekem jî dê li bakurê Sûriyeyê be, balafirên Emerîkî û tankên Tirkî jî dê destekê bidin.

Li gorî plana hatiye danîn, Ceyîş El-Şemal ne tênê dê şerê DAIŞ’ê bike, lê pêwîst e bajarê Idlibê jî bigire. Li ser vê yekê jî Ceyîş El-Mucahîdîn û Tevgera Nûre Dîn El-Zinkî hatin amadekirin û ew dê bi Emêrîka û Tirkiyeyê re di nava kordînesyonê de bin.

Eyîmen Hermûş nêzî Ehrar El-Şamê ye û beriya demekê fetweyek da û diyar kir ku şerê li hember DAIŞ`ê yê di bin sîwana balafirên Emerîkî û Tirkî de rewa ye û AKP jî wekî hikûmeta nûnertiya van koman bike nîşan dabû û bi vê zemînekî rewakirina vê planê danîbû.


‘Divê komên Îslamî bêne bicikirin’

Hermûş di axaftinên xwe de dibêje li cihên ku dê ji DAIŞ`ê bên girtin, divê komên Îslamî bêne bicihkirin, nexwe ev der wê bikevin destê PKK`ê ku lingekî dewletên Rojava yên li herêmê ye.

Hermûş behsa kîjan dewletên Rojavayî dike, nehat zanîn lê li aliyê din jî dibêje ku hevkariya koalîsyona navneteweyî ku ji welatên Rojava pêk tê, helal e.

Her weha serokê Koalîsyona Sûriyeyê Enes Ebdê çarşema bihurî di civînekê çapemeniyê de dabû zanîn ku li gorî hevpeymana Edenê, Tirkiye dikare derbasî axa Sûriyeyê bibe û her wiha dê rolek wê ya pêşeng di jinûve avakirina Sûriyeyê de hebe.


Qonaxên Planê

Heman çavkaniyê da zanîn ku plan dê ji sê qonaxan pêk were. Di qonaxa yekem de Ceyîş El-Şemal wê bê avakirin, di gava duyem de Tirkiye dê leşkeran tevî çekên wan di ser axa xwe re veguhezîne û di gava sêyemîn de jî şer wê destpê bike.

Hêjayî gotinê ye ku ji roja înê ve, komên ku dê di şer de cihê xwe bigirin dest bi veguhestina leşker û alavên xwe yên giran ên weke tank, erebeyên zirîpûş di deriyê Bab El-Selam de kirine. Li gorî agahiyan, şer dê di bin fermana koma bi navê Nûredîn El-Zengî de pêk were. Tê gotin ku di nava hefteyekê yan jî du hefteyan de qonaxa sêyemîn a planê wê têkeve meriyetê. Lê beriya wê dê Emerîka û Tirkiye dest bi bombebaranê bikin.

Balkêş e ku meha bihûrî jî bi fermaneke Tirkiyeyê ji nişkê ve fermandarê Nûredîn El-Zengî hatibû guhertin.


Baskên êrîşê

Li gorî çavkaniyên ANHA’yê ev plan dê bi çar baskên êrîşan pêk were. Baskek ji axa Tirkiyeyê ber bi bajarê Cerablusê ve, ya din ber bi bajarokê Raî ve wê biçe, baskê sêyemîn dê gundên rojhilatê bajarê Ezazê bigire û yê çaremîn jî dê biçe bajaroke Mari.

Tê gotin ku hejmara endamên komên ku dê cihê xwe di vî şerî de bigirin nêzî 3 hezaran e, her wiha çekên pêşketî jî ji wan re hatine pêşkêşkirin.  


ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN