Li Serêkaniyê komên çete yên çekdar ku di pevçûnên şêva din de 25 windahî dan, doh dîsa êrîş kirin, lê dîsa rastî berxwedana tund a YPG’ê hatin û neçar man xwe paşve bikişînin. Li aliyê din nasnameya endamê YPG’ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû, hate aşkerakirin.
Komên çete yên ku li Serêkaniyê ev 4 roj in êrîşî bajêr dikin, lê li hemberî hêzên YPG’ê her carê gelek windahiyan didin û xwe paşve dikişînin, doh dîsa êrîş kirin. Hate ragihandin ku van koman xwestin êrîşî Taxa Xiraba bikin, lê dîsa rastî berxwedanek tund hatin û neçar man ku xwe paşve bikişînin. Hate hînbûn ku li bajêr pevçûn car caran dom dikin.  Di pevçûnên şêva din de ji komên çekdar 25 kes hatibûn kuştin, 20 kes jî birîndar bibûn.

Endamê YPG'ê bi sloganan hate definkirin

Li aliyê din nasnameya endamê YPG’ê ku di pevçûna pêr de jiyana xwe ji dest dabû hate aşkerakirin. Li gorî agahiyên YPG’ê dane, endamê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest daye Evdilhemîd Misto yê bi nasnav Ciwane. Cenazeyê Misto ku ji gundê Girê Reza yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye, ji Serêkaniyê birin mala malbata wî ya li Gundê Girê Reza. Cenaze piştre jî, ji bo ku bê definkirin bi sedan wesayitan birin Goristana Şehîd Rûstem ya li Gundê Berkevirê. Merasîma cenaze bi beşdariya hezaran kesî bi sloganên 'Şêhîd Namirin' hate definkirin.

Hewl dan ku bikevin Dirbêsiyê

Hate ragihandin ku di navbera komên çete ên ji bajaroka Dirbêsiyê ya Qoserê hewldan bikevin Dirbêjiya binxetê û YPG'ê de pevçûn derketin. Hate îdîakirin kukomên çete xwestin ji bajaroka Dirbêsiyê ya Qoserê bikevin Dirbêsiya binxetê. Hate ragihandin ku 50 kesên bi çek ên ji aliyê Tirkyeyê bi ambulans û 4 wesayîtên sivîl xwestin bikevin Dirbêsiyê piştî YPG'iyan ew ferq kirin pevçûn qewimîn.

SERÊKANIYÊ




PYD'ê berxwedana Serêkaniyê silav kir

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD derbarê êrîşa komên çete li dijî bajarê Serêkaniyê de daxuyaniyek da..
PYD destnîşan kir ku rêjîma Tirk bi ferasete Osmaniyan û di bin navê Artêşa Sûrî ya Hur û komên radîkal bi êrîşên li dijî Serêkaniyê plana dagirkirina rojavayê Kurdistanê amade kiriye..
Di daxuyaniyê de tê gotin, bajarê Serêkaniyê yê veguheriya navenda berxwedanê, planên dagirkeriyê têk birine û bang li Kurdên ku bi van komên çete hatine xapandin da ku helwesta xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û nebin hevkarên rijandina xwîna gelê Kurd.
Daxuyaniya Desteya Rêveber a PYD weha dewam dike: "Bajarê me yê dîrokî û paytexta Mîtaniya Serêkaniyê îro rastî êrîşa komên çete tê. Ev komên çete li ber çavên her kesî ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Serêkaniyê bûn. Armanc ji bo tevgera dagirkirinê jiholêkarina destketiyên gelê me û rêveberiya wî ya xweser e. Rêjîma Tirk plan dike ku bi derbaskirina van komên çete ew ê karibe herêmeke tampon li ser sînor ava bike. Siyasetên şovenîst û nijadperest yên ku rêjîma Baas bi dehê salan li herêma Serêkaniyê birêve birin, îro ji aliyê van komên çete ve tên meşandin."

'Berxwedaneke bi rûmet tê nîşandan'

Desteya Rêveber a PYD destnîşan kir ku berxwedana bi rûmet ya li bajarê Serêkaniyê hate nîşandan, planên hêzên dagirker têk birin û weha dewam kir: "Berxwedana li Serêkaniyê bi qasî têkbirina planên hêzên dagirker, di heman demê de gelek rastiyên ku ji gelê Kurd ve hatibûn veşartin, eşkere kirin. Bi taybet ku derdorên ku her Înê bang li Artêşa Hur dikirin û di navbera Kurdan de perçebûn peyda kirin, bi êrîşên li dijî Serêkaniyê hevkariya van derdoran bi komên çete re derket holê. Ew kesên ku xwe weke rêveber, rewşenbîr û nivîskar binav dikirin û xwe weke xwediyê Serêkaniyê nîşan didan, îro hemû reviyan e. Di wan rojên zehmet de dema ku Şehîd Abid Xelîl li nirx û rûmetên Serêkaniyê xwedî derdiket, ew derdorên xêrnexwaz xwe avêtin himbêza Erdogan. Berovajî van kesan, Abid Xelîl û hevalên wî ji bo parastina rûmeta Serêkaniyê canê xwe feda kirin." 

ANF/QAMIŞLO