
Ev yek j îtê wê wateyê ku dê hê gelek hewldanên din ên wekî derbasbûna Serêkaniyê werin kirin.
Hikûmeta Tirk ji bo ku Kurd nebin xwedî statu çi ji destê wan tê dikin û ew komên ku rastî berxwedana hêzên YPG’ê hatin polî poşman li Tirkiye vegeriyan û niha li ser sînor û heta di nava Tirkiye de dîsa tên komkirin da ku ji bo tvliheviya rewşa bajarên Kurdan bikevin dewrê.
Li Serêkaniyê piştî ku YPG’ê jî bi şertên ku ev komên çekdar ji bajêr derkevin û ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin daxwaza agirbestê qebûl kir, komên çekdar ji bajêr derketin.
Li Serêkaniyê piştî şerê 5 rojan ê di navbera komên çete û hêzên YPG’ê de, komên behsa mijarê di 23’ê Mijdarê de daxwaza agirbestê kirin. YPG’ê jî bi şertên, “Bila komên çekdar ji bajêr derkevin û ji bo birêvebirina bajêr ji hemû netewên li bajêr meclîsek bê avakirin” daxwaza agirbestê qebul kir. Li ser vê yekê di 24’ê Mijdarê de di navbera YPG’ê û heyetek ji van koman hemûyan hatiye avakirin hevdîtinan destpê kir û YPG’ê herdu şertên xwe dubare kirin. Her wiha li ser guhertina kesên dîl hatine girtin jî di hevdîtina de hate rawestîn. Dema hevdîtin dom dikirin, komên çekdar jî ji nava bajêr derketin û li sînorê Bakûrê Kurdistanê kom bûn.
Di demeke ku ev geşedan çêbûn de, hate hînbûn ku di 25’ê Mijdarê de hinek rayedarên Tirkiyeyê dibin navê rojnamevanan de hatine Serêkaniyê û bi komên çekdar re hevdîtin pêk anîne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di vê hevdîtinê de rayaderên Tirkan ji van koman xwestine ku dîsa li dijî YPG’ê şer bikin û beramberî vê jî di serî de çek çi bixwazin dê bidinê.
Sînor hate girtin
Li gorî agahiyan komên çekdar ev daxwaz qebûl nekiriye, li ser vê yekê jî Tirkiyeyê sînor girtiye û kom tehdît kirine. Li aliyê din ji bo guhertina kesên dîl hatine girtin, hate gotin komên çekdar beramberî dîlan çekên xwe yên hatine desteserkirin jî xwestine, lê YPG’ê qebûl nekiriye.
Piştî van geşedanan hate ragihandin ku, komên çekdar ên ji derveyî bajêr hatibûn, bi temamî derketine. Hate hînbûn ku komek biçûk ên çekdar ku ji şêniyên Serêkaniyê pêk tên maye, lê ev jî yên ku şer dikin nîne.
SERÊKANIYÊ
Li hemberî Serokê Meclîsa Gel êrîş
Li dijî wesayîta Serokê Meclîsa Gel ya Efrînê Etuf Evdo êrîşa bombeyî pêkhat. Di encama teqinê de Evdo bi sivikî birîndar bû. Bûyer doh di demjimêr 09.30’ê sibehê de pêk hat. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Meclîsa Gel ya Efrînê Etuf Evdo ji bo ku biçe ser karê xwe serê sibehê bi wesayita xwe ji malê derket. Evdo dema gihîşt pêşiya saziya çandiniyê ya li Taxa Sinaiyê, di wesayitê de teqîn pêk hat. Di encama teqînê Evdo bi sivikî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Cîhan ya Efrînê. Her wiha di wesayîtê de jî zirara maddî pêk hat. Hate ragihandin ku rewa Evdo başe. Nehat zanîn ka teqemenî kê di wesayîtê de bicih kiriye.
EFRÎN