Komên çete yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine birêxistinkirin û li derdora bajarokê El Babê yê ji DAIŞ‘ê dewr girtin hatine bicihkirin, bi hev ketin.

Di şerê navbera komên çete yên bi navê Tûgaya Hamza û Alaya Yekemîn de, herî kêm 15 çete mirin, bi dehan jî birîndar bûn. Tevî ku hin kom îdîa dikin ku ev şer ji ber mijarên şexsî derketiye jî, li gorî nûçeyan Soûthfront, hin çavkanî, bandora rêxistina Heyet Tahrîr’uş Şam a ji aliyê Nûsra ve hatiye avakirin, weke sedema vî şerî nîşan dide.

Li Bab û derdora wê, şerê di navbera komên çete de êdî bûye bûyereke rojane. Tê gotin, li vê herêmê bandora Nûsra zêde dibe. 


ŞEHBA