Di pêngava avakirina komînan de ji bo çespandina rêveberiya xweser a civakî li bajarê Girkê Legê 10 komîn hatin avakirin. Piştî ku komîn hatin avakirin, ji bo birêxistinkirina kar û xebatên van komînan, gelek komînan navendên xwe vekirin.
Komîna taxa Şehîd Remezan a rojhilatê bajarê Girkê Legê, ji aliyê 260 malbatan ve hat avakirin.
Komîna taxê ji desteya rêveber 10 jê jin ji 28 endaman pêk tê. Awayê rêxistinî ji hevseroktiya komînê û ji 6 komîteyan pêk tê. Ev komîtê yên 'Xizmetguzariyê', 'Parastinê', 'Jinan', 'Lihevanînê', 'Tendurûstî û Hawîrdorê' û 'Malbatên Şehîdan' pêk tên.
Komîngeh ji bilî roja înê bi awayekî nobetdarî karê xwe dike. Rojane hevserokên komînê û endamek li komîngehê nobetê dikin. Welatiyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî serdana Komîngehê dikin.
Pêdiviyên welatiyan dabîn dikin
Komîteya Xizmetguzariyê hemû pêdiviyên welatiyan peyda dike, her wiha hemû kûzên gazê yên tên peyda kirin bi rêk û pêk li welatiyan belav dike. Hemû alîkariyên ku ji taxê re hatine jî bi awayekî sîstematîk û wekhev li welatiyan hatin belavkirin.
Komîteya Hawîrdor û Tenduristiyê jî derbarê pirsgirêkên kanalîzasyonê de gelek rapor amade kirin û radestî Şaredariya Gel a bajêr kirin. Komîte her wiha mehane 2 hemleyên paqijkirina kolanan dest pê dike û bi hevkariya Şaredariyê paqijiya taxê diparêze. Her wiha komîteyê Lîsteyek bi navên hemû nexweşên taxê amade kir û radestî Heyva Sor a Kurd kir da ku ji bo dermanan ji wan re peyda bike.
Komîteya Lihevanînê ya girêdayî komînê guh dide giliyên welatiyan û bi hemû hêza xwe mesele û lihevnekirinên di navbera welatiyan de çareser dike. Eger pirsgirêkek nehat çareserkirin jî ji Komîteya Lihevanînê ya Giştî ya Meclîsa Gel re tê şandin.
Hemû jin di komîteyê de cihê xwe digirin
Komîteya Parastinê hemû ciwan û welatiyên taxê bi rêxistin dike û ji bo nobedariyê lîsteyan amade dike û alîkariya hêzên Asayîşê dikin.
Komîteya Jinan jî bi roleke sereke radibe û hemû xebat û çalakiyên jinan di taxê de bi rêxistin dike. Hemû jinên taxê cihê xwe di vê komîteyê de digirin û bi awayekî çalak beşdarî çalakiyan dibin. Komîte her wiha perwerdeyên taybet ji bo pêşxistina hişmendiya jinan li dar dixe.
Bi armanca xurtkirina hemû endamên komînan di aliyê şarezabûn û zanistiyê de Meclîsa Gel jî li mala gel gelek xebatên perwerdeyê dike û endamên komînan bi ders û semîneran derbarê girîngiya komînan, rêveberiya Xweseriya demokratîk û gelek dersên fikrî perwerde dibin.
Welatiyê bi navê Cumaa Ehmed ê ku yek ji niştecihên taxê ye diyar kir ku komîn kar û xebatên xwe bi riya komîteyên girêdayî wê bi rêk û pêk dimeşîne. Ehmed diyar kir ku ew cihê xwe di komîteya parastinê de digre. Ehmed ji komîteya xizmetguzariyê jî xwest ku ji bo peydakirina av û elektirîkê kar û xebatên xwe zêde bikin.
GIRKÊ LEGÊ