Tevgera Civaka Demokatîk li bajarê Girê Spî civînek ji şêniyên gundê Gor Hiso ku 15 Km li rojavayî bajarê Girê Spî dikeve, li dar xist. Civîn bi beşdarbûna bi dehan şêniyên gund, Hevserokên  Meclîsa Mala Gel li gundê Cirin Mihemed Alî Ebd Qadir û Sena Hac Şerîf û Rêveberê TEV-DEM`ê  yên xeta rojavayî Girê Spî Xişman Şewket û Hude Xelîl Hiso hate lidarxistin.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê Xişman Şewket di derbarê rol û aramcên komînê de axivî.

Paşê, ji Rêveberê TEV-DEM`ê yê bajarê Girê Spî Selahedîn Firat axivî û girîngiya birêxistinkirina civakê anî ziman. Firat da zanîn ku serkeftin  para gelên azadîxwaz e.  


GIRÊ SPÎ