Xebat bi lez didomin
Civîn bi avakirina 5 komîteyên amadekariya çalakî û şahiyan bi encam bû. Komîteyên hatine avakirin ev in: 1- Komîteya Dîsîplîn: ji 3 kesan pêk tê û erka wan birêxistinkirina ciwanan û dîsîplînkirina wan di cejna Newrozê de ye. 2- Komîteya Dîkor: ji 5 kesan pêk tê û erka wan xemlandina bajêr û kolanên wê û cihê şahiya mezin e. 3- Komîteya amadekirina dika şahiya Newrozê: ji 5 kesan pêk tê û erka wan amadekirina dika şahiyê ye. 4- Komîteya Teknîkê: ji 3 kesan pêk tê û erka wan çavdêriya ceyran û teknîka roja cejnê ye. 5- Komîteya Mêvanan: ji 5 kesan pêk tê û erka wan pêşwazîkirina mêvanan e. Şahî û çalakiyên cejna Newrozê li bajarê Amûdê ji 16’ê adarê de destpê dikin.
ANHA/AMÛDÊ