Endama Komîteya Amadekar û Parlamentera Qersê ya BDP’ê Mulkiye Bîrtane ji DÎHA re axivî.
‘Hewl dan asteng bikin’
Bîrtane bi bîr xist ku xebatên amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd ji meha Hezîranê ve dest pê kirine û bi salan e ev mijar di rojeva gelê Kurd de ye. Bîrtane axaftina xwe wiha domand, “Dihat payîn ku kongre di 25’ê Mijdarê de bê lidarxistin. Yekîtî daxwaza sedsalan a gelê Kurd e. Lê dema yekîtiya gelê Kurd dihat rojevê tevayî hêzên serwer li hember Kurdan dibûn yek. Vê carê jî siyaseta wan dewletan parçe bû û siyaseta Kurdan di wan salên dawî de bû yek. Ji ber tirs ket dilê dewletên serwer û ji bo kongre neyê lidarxistin polîtîkaya xwe kirin pratîkê.” Bîrtane anî ziman ku tevayî partî û hêzên Kurd di mijara yekîtiya neteweyî de hemfikrin û taloqkirina xebatên kongreyê di gel de bêhêvîtiyê çêdike. Bîrtane di vê xusûsê ev xal destnîşan kir, “Diviyabû komîte di 8’ê Cotmehê de kom bibe, lê ji ber pêşveçûnên li Rojava û Bakurê Kurdistanê ev pêk nehat. Tirkiye di polîtîkayên berê de israr kir û di vê mijarê de Tirkiye jî bandor kir. Polîtîkayên di aliyê Başûr de yên li hember Rojava tên birêvebirin xizmetê ji yekîtiya Kurd re nake. Xizmetê ji polîtîkayên serwerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn re xizmetê dike. Kîjan siyaseta Kurd be bila bibe pêwîst e di vê mijarê de şiyar bibe û bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigere.”
Bîrtane, bi gotina “Em dixwazin xeyalên çar parçe Kurdistanê pêk bînin” diyar kir ku di sala 2013’yan de ev polîtîka hatiye wergirtin û divê ev firsend bê nirxandin. Bîrtane anî ziman ku Komîteya Amadekar di wan pêşiya me de wê kom bibe û der heqê kêmasiyan de wê nîqaş û nirxandinan bikin.
DÎHA/AMED