Komîteya Çand û Huner a Tebqayê, Koma Zarokan a Navenda Çand û Huner, xelat kir. ev koma zarokan di hemû çalakiyên hunerî û merasîmên ji bo cemaweriyê de li herêmê cih digire.
Merasîma xelatdayînê bi amadebûna bi dehan kesî li navenda çand û hunerê pêk hat.
Piştî rêzgirtinê, şanoyeke komîk bi navê “Dînbûn” ku hevserokê navenda çand û huner, Fîras Remedan nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye, hate nîşandan. Her wiha Koma Zarokan jî şanoyek bi navê “Bereketa Cizîrê” pêşkêş kir.
Piştre Komîteya Çand û Huner, endamên Koma Zarokan a Navenda Çand û Huner, xelat kirin.
ANHA / TEBQA