Encamnameya Şêwra Neteweyî ya ji bo gotûbêjkirina rewşa rojavayê Kurdistanê di 13’ê Cotmehê de li paytexta Franse Parîsê hate ldiarxistin aşkere bû. Di konferansê de ku ji hemû parçeyên Kurdistanê nunerên Kurdan beşar bûn, banga piştevaniyek xurt ji bo rojavayê Kurdistanê hate kirin. 31 partî û rêxistinên Kurdistanî yên xwedî bîrdozî û nêrînên cuda yên ji her çar parçeyên Kurdistan û diasyoporayê beşdar bûn û nêrînên xwe parve kirin.
Di deklarasyona Şêwra Neteweyî ya li ser pirsgirêka rojavayê Kurdistanê wiha hat gotin; “ KNK li gorî pêdivî û lezîniya rojeva polîtîk li ser pirsgirêkên neteweyî yên Kurdistanê ‘Şêwra Neteweyî’ kom dike. Şêwra Neteweyî ya îsal jî 13’ê Cotmeha 2012’an li Parîsê li ser pirsa rojavayê Kurdistanê kom bû.”

Temsîla neteweyî bilind bû

Ji çar aliyê Kurdistanê û meydanên dîasporayê 31 berpirsiyar û nûnerên partî û organîzasyonên polîtîk, bi dehan organîzasyonên sivîl û demokratîk û her weha polîtîker û ronakbîrên serbixwe beşdar bûn. Di vê kombûnê da 340 kes amade bûn û temsîliyeteke bilind ya neteweyî pêk hat. Nûnerên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermeniyan jî beşdar bûn û mesajên yêkitiyê dan.
Di vê Şêwra Neteweyî de li ser pirsa rojavayê Kurdistanê bi giştî û prosesa serhildan û rêxistinbûna rêvebiriya xweser hate rawestan. Bi taybetî bi navê Kurdên rojavayê Kurdistanê endamên Desteya Bilind a Kurd, berpirsiyar û şexsiyetên polîtîk û ronakbîr amade bûn û li ser pêşhatinan agahiyên berfireh dan, dîtin û pêşniyarên xwe pêşkêşî Şêwra Neteweyî kirin.”
Di berdewama deklerasyonê de hat gotin; “Şêwra Neteweyî bi serbilindî destnîşan kir ku xelkê Kurd li ser axa xwe ya aliyê Rojavayê bi polîtîka û pratîkeke maqûl û demokratîk daxwaza mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bilind kir û di vî demî da li hemû baskên jiyanê dest bi avakirina desthilata xwe ya xweser kir.”

Piştgiriyê didin desteya bilind

Di dekerasyonê de hat diyarkirin ku girêdayî vê prosesê hemû dînamîkên neteweyî yên rojavayê Kurdistanê, Encumena Niştimanî û Meclisa Gel li 11’ê meha Tîrmehê (2012) li Hewlêrê bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peymaneke neteweyî îmze kirin û di çarçoveya vê lihevhatina neteweyî û demokratîk da li 24’ê Tîrmehê (2012) jî Desteya Bilind ya Kurd pêkînan. Kurdên rojavayê Kurdistanê bi vê yêkê, di warê yêkitiya neteweyî da gaveke giring ya dîrokî avêtin û ev gav ji aliyê hukûmet, partî û rêxsitinên Kurdistana Federal, KCD, BDP, PJAK, KCK û hemû Kurdan ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin û destekeke mezin hate nîşandan û wiha hat gotin; “KNKê jî bi beyanekê piştevaniya xwe diyar kir û bangî hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku piştgirê vê prosesê bin û herweha daxwaz ji Kurdên rojavayê Kurdistanê jî kir ku vê yêkitiyê biparêzin û pêşve bibin.”

Komîteya piştgiriyê hat sazkirin

Her wiha, di kombûnê de Komîteya Piştgiriya ji bo rojavayê Kurdistanê jî hate sazkirin û ev komîte bi koordînatoriya KNK’ê ji 15 kesan pêk tê. Di nav van kesan de nunerên partiyên siyasî û rêxistinan hene. Misyonê komîteyê ev e: Di warê dîplomasiyê û têkiliyên navxweyî da dê hevkariya Desteya Bilind a Kurd bike. Roleke wê ya biryardêr û tewsiyekar nîne.

Rojavayê Kurdistanê firsend e

Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku kombûna "Şêwra Neteweyî" ya KNKê bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî daxwaze ji Kurd û Kurdistaniyên Rojavayê dike ku vê firseta hatiye pêş bi berpirsiyariyeke mezin ya neteweyî bi kar bînin û bi vehûnandineke demokratîk rêvebiriyeke koalisyonal ya neteweyî pêkbînin û bilaistisna di hemû waran da desthilatê di nav xwe da parve bikin.
Di dawiya deklerasyonê de wiha hat gotin; “Kombûna ”Şêwra Neteweyî” herweha ji  Neteweyên Yêkbûyî (NY),  ji  Yêkitiya Ewrûpayê (YE), ji hemû organîzasyonên polîtîk, sosyal û kulturî û hemû dewletên cîhanê û ji bîr û rehiya humanîter ya cîhanê daxwaz dike ku guh bidine dengê azadiyê yê rojavayê Kurdistanê û piştevan bin, hevkariyê bikin ku hem xelkê Kurd û Kurdistanî bigihine azadiya xwe, hem jî li Sûriyeyê sîstemekî demokratîk ava bibe. Hindî ku Kurd li ser axa xwe azad bin, navçeya Rojhilata Navîn jî dê hind ber bi demokrasiyê ve biçê û eve dê bibe destkevt û serkevtina mirovatiyê li cîhanê.”

Bê Kurdan çênabe!
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku divê cîhan û serdestên cîhanê baş bizanin ku aramiya li Rojhilata Navîn bi temamî bi qebûlkirin û naskirina statuya demokratîk ya Kurdistanê ve girêdayî ye û wiha doma kir; “Piştî pêkhatina Kurdistana Federal ya di nav Iraq a Federal da, pêkhatina statuya neteweyî û demokratîk ya li rojavayê Kurdistanê ya di nav Sûriyeya Demokratîk da jî dê navçeyê gaveke dî nêzîkî istikrar û aramiyê bike. Îstifadekirina ji petrol, enerjî û hemû zengîniya li navçeyê bi azadbûna xelkê Kurd mumkun dibe. Dewletên cîhanê divêt vê rastiyê bibînin û piştevaniya bizava azadiyê ya xelkê Kurd bikin da ku xelkên wan jî ji zengîniya navçeyê mifadar bibin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li ber van rastiyan em banga xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan digihînin cîhanê ku pêkhatina Sûriyeya demokratîk bi naskirina statuya neteweyî û demokratîk ya Kurdên rojavayê Kurdistanê dibe. Opozisyona rejimê jî divêt vê rastiya xelkê Kurd bibîne û li gorî vê yêkê pozisyona xwe ya beramberî xelkê Kurd diyar bike.”

Tesbîtên konferansê


Di  deklerasyona ‘Şêwra Neteweyî’ ya ji aliyê KNK’ê ve  lidarxistin de tesbîtên girîng hatin kirin. Di belgenameyê de wiha hat gotin: “Kombûna ‘Şêwra Neteweyî’ ya 13’ê Cotmeha  2012’an la Parîsê bi terkîba xwe ya bilind ya neteweyî pêdivî dît ku beyanekê ji bo bîr û rehiya Kurdistanê û cîhanê belav bike. Herwisa da ku ev daxwazên hatine pêşniyar kirin di pratîkê da bêne bi cih kirin jî "Komîteya Piştgiriyê" ji 15 kesan hate tesbîtkirin.”
Di encamnameya Şêwra Neteweyi de jî tesbîtên girîng hatin kirin:
- Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk, bi rêyên demokratîk û aştiyane bilind kirine û di vî warî da xwe amade û organîze kiriye.
- Gelê Kurd û hemû berpirsiyarên polîtîk û demokratîk li rojavayê Kurdistanê polîtîka û pratîkeke maqûl bi rê ve birine û neketine nav nakokiyên rejima Şamê û opozisyona ku ji aliyê Ankarayê ve tê  destek kirin.
-  Di vê rewşa awarte a li Sûriyeyê de Kurdan li ser ax û warên xwe ji bo ewlekariya can, mal û milk û garantîkirina daxwazên xwe yên demokratîk û pêkînana statuyeke neteweyî dest bi organîzekirina hêzên ewlekarî, asayiş û parastinê kirine.
- Piştî peymana 11’ê Tirmehê (2012-Hewlêr) û avabûna Desteya Bilind a Kurd (24 Tîrmeh 2012), armanc hatiye zelal kirin ku li seranserê rojavayê Kurdistanê hemû baskên jiyanê bêne organîze kirin û desthilata neteweyî û demokratîk bête pêkînan.
- Di Şêwra Neteweyî da bi yêkdengî hate gotin ku hemû daxwazên kêmaniyên etnîk û dînî (Ermenî – Asûrî – Suryanî – Keldanî) yên li rojavayê Kurdistanê bêne garantî kirin û ji bo jiyana wan ewlekarî bête temîn kirin. Herwisa Kurdên rojavayê Kurdistanê bi tevlêkirina komên etnîk û dînî divêt desthilata xwe ya xweser di warê temsîliyetê da demokratîk bikin.
- Di Şêwra Neteweyî de berpirsiyarên rojavayê Kurdistanê gelek bi aşkerayî deklare kirin ku herçend tayînkirina mafê çarenûsê wekî hemû xelkan mafê xelkê Kurd e û dikare herdem bi kar bîne jî, lê di vê demê de li nav Sûriyeya Demokratîk dê li Kurdistanê sîstem û îdareya neteweyî û demokratîk ava bikin û di vê çarçoveyê da bangî xelkên Sûriyeyê dikin ku bi hev re Sûriyeya Demokratîk ava bikin.
- Di Şêwra Neteweyî da hate garantî kirin ku Kurdên rojavayê Kurdistanê dê digel cîranên xwe di nav aştiyê da bijîn û bi tu rengî têkilî nav kar û barên wan nabin.
- Di Şêwra Neteweyî da gelek bi zelalî hate teyîd kirin ku Kurdên rojavayê Kurdistanê dê li ser axa xwe sîstemekî demokratîk, laîk û sosyal ava bikin.
- Şêwra Neteweyî bangî hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku di vî demê dijwar û nazik de piştevanê Kurdên rojavayê Kurdistanê bin.
- Şêwra Neteweyî daxwazê ji Kurdên rojavayê Kurdistanê dike ku aştiya navxweyî mutleq biparêzin, yêkitiya neteweyî xurttir û misoger bikin.
-  Şêwra Neteweyî bangî hemû xelkên Sûriyeyê dike ku nekevine nav şerê etnîk, dînî û mezhebî û di nav xwe da li ser esasê jiyaneke azad û wekhev Sûriyeya Demokratîk bi hev re ava bikin.
- Şêwra Neteweyî bangî cîhana demokratîk û humanîter jî dike ku di avakirina statuya neteweyî û demokratîk ya rojavayê Kurdistanê ya di nav Sûriyeya Demokratîk de hevkariyeke xurt bikin û bila ewle bin ku îdareya demokratîk û xweser ya li rojavayê Kurdistanê dê bibe zemînê herî saxlem yê norm û prensîbên azadî, wekhevî, aştî û demokrasiyê.
-  Şêwra Neteweyî herweha bangî Kurdistana Federal dike ku rê, dergeh û kanalên jiyana aborî û bazirganî vekin û rê li ber dînamizma bazara navxweyî ya rojavayê Kurdistanê xweş bikin ku jiyana aborî ya li rojavayê Kurdistanê xurt bibe û gelê Rojava ji tengaviya aborî xilas bibe.
- Şêwra Neteweyî Peymana Hewlêrê (11 Tîrmeh 2012) ya bi çavdêriya Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî di navbeyna Kurdên rojavayê Kurdistanê da hatiye îmza kirin teyîd dike û Konseya Bilind ya Kurdên rojavayê Kurdistanê temsîlkara meşrû dibîne û destekê didê.
- Şêwra Neteweyî mudaxeleyên leşkerî yên cîranên Sûriyeyê xeterek mezin dibîne û bangî gelên navçeyê dike ku dijî hewildanên êrişkar yên Tirkiyeyê rawestin.
- Şêwra Neteweyî provakasyonên ji dewletên serdest bi taybetî ji Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê mehkûm dike.
-   Şêwra Neteweyî bangî opozisyona Sûriyeyê dike ku heke dixwazin li Sûriyeyê rejim bê guherîn û Sûriyeya Demokratîk bê ava kirin, divêt li ser esasê qebûlkirin û garantîkirina maf û daxwazên xelkê Kurd digel Desteya Bilind a Kurd ya rojavayê Kurdistanê peymanekê çêbikin.
- Şêwra Neteweyî êrîşên rejima Şamê yên hewayî protesto dike.
- Şêwra Neteweyî bangeke xurt li jinên Kurdistanê dike ku di organîzekirina statuya neteweyî û demokratîk a rojavayê Kurdistanê de rola xwe ya dînamîk bileyizin.”

ANF/PARÎS