Komîteya Rojava ya li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê qonaxeke nû ya xebatên xwe da destpêkirin. Di civîna pêr de komîteyê xebatên xwe yên ji bo piştgirîdayîna Rojava nirxandin û ji bo xurtkirina xebatan hedef danîne pêşiya xwe.

Ji nûnerên  Kantonên Rojava li Ewrûpayê Sînem Muhammed beşdarî civînê bû û têkildarî bûyerên dawî yên Rojava agahî dan. Muhammed  malavahiya komîteyê û beşdarên civînê kir û got ev 50 sal in ji pirsgirêkên Sûriyeyê re ti çareserî nehatiye.


Bihar veguherî zivistanê

Muhammed diyar kir ku di dema bihara Ereban de hemû cîhan ketiye nava bendewariyekê ku wê demokrasî û mafê mirovan bê başkirin, lê bixabin Bihara Ereban veguherî zivistanê û got: “Ti pirsgirêk nehat çarserkirin. Herêm zêdetir bû gola xwînê, bi mîlyonan mirov ji xaka xwe bûn û bûn penaber." 

Muhemed weha dewam kir, "Me bi rastî jî dixwest bihar û demokrasî bê Sûriyeyê. Ji bo vê me li Rojava dest bi xebatan kir. Bi gelê Sûryanî û Ereb yên li Rojava re, me li hev kir ku em pergaleke adil û wekhev ava bikin.”


Rojava ji bo Sûriyeyê model e

Muhammed got,  hedefa wan ev e ku li Sûriyeyê pergaleke demokratîk ava bikin û ew li alî avakirina Sûriyeyeke demokratîk in ku hemû gelan wek hev dibîne. 

Muhammed wiha dewam kir: “Rojava dikare ji bo Sûriyeyê hemûyî bibe model. Em Sûriyeyeke demokatîk dixwazin ya ku mafan misoger dike û her kes dikare xwe bi rê ve bibe." 

Muhemed îşaret bi înternasyonalîzmê jî kir û got, "ji Ewropa û gelek welatên din mirov hatin Kobanê û li dij DAIŞ’ê şer kirin. Dizanibûn ku Kurd ji bo demokrasî û mafê mirovan têdikoşin. Kesên jiyana xwe ji dest dan hebûn. Em li hember wan rêzdar in. Em serbilind in. Kobanê veguherî navendeke ku mafê mirovan diparêze. Navenda Kobanê hat azadkirin lê wêran bû. Niha ji bo avakirina wê hewcedarî bi alîkariya gel heye. 60 hezar kesên ji Pirsûsê vegeriyan Kobanê di şertên zehmet de dijîn. Dibistan, nexweşxane, dermanxane û xaniyên wan wêran bûne.”


Banga tevlîbûna konferansa avakirinê

Muhammed ji bo rojnameger Joakîm Medîn  ku ew jî beşdarî civînê bûbû ji ber geşedanên Rojava ji raya giştî ya Swêdê û cîhanê re ragîhand spas kir û ji bo konfernasa avakirina Kobanê ya di 2-3’ê Gulanê de li Amedê pêk tê jî banga beşdarbûnê kir.

Paşê ji Komeleya Mamosteyên Kurd û nivîskar Hakki Balta got, ji bo zarokên Kobanê pirtûkên dibistana seretayî amade kirine û ew ê van pirtûkan bi hevkariya PYD’ê bişînin Rojava û her wiha daxwaz kir ku di nava xebatên ji aliyê Komîteya Rojava tê meşandin de cih bigirin. 


Jonas: Em ê li Kobanê nexweşxaneyî ava bikin

Ciwanê bi navê Jonas jî got ew dixwazin li Kobanê nexweşxaneyekê ava bikin û weha peyivî: “Me kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Her wiha me ji bo alîkariyan serî li saziyan da.  Hevkariya me ya bi komîteya Rojava re karê me hêsantir kir.

Derhênerê fîlmê bi navê Andres jî got, ew dixwaze xebatên vê projeyê biguherin belfefîlmekê.


Burkay: Em ê dibistanekê ava bikin

Ji Komîteya Rojava Dîlan Burkay têkildarî xebatên xwe de axivî. Burkay da zanîn ku wê di 15’ê Gulanê de li Stockholmê bi armanca piştevaniya Rojava şevekê pêk bînin û got, dahata ji şevê wê ji bo avakirina Kobanê bi kar bînin û weha peyivî: “Ji bo avakirina dibistanekê li Kobanê me kampanya daye destpêkirin. Ji bo dahatê konser wê bên organîzekirin û bi mirovan re bikevin nav têkiliyê." 


 STOCKHOLM