Li bajarê Qamişlo şerekî dijwar di navbera komîteyên parastina gel û hêzên istixbaratê rejîmê derket. Bi sedan ciwanên Kurd êrîş birin ser avahiyên hêzên istixbaratê û 4 endamên van hêzan revandin û agir berdan wesayetek eskerî. Ji bo ew van her çar kesan serbest berdin, yek şeret hebû. Divê 3 girtiyên Kurd, yên ku ji aliyê van hêzan hatibûn revandin, yekser serbest bên berdan. Eger na, dê ev endamên hêzên istixbaratê di destê ciwanên Kurd de dîl bimînin.
Ev ne cara yekê ye ku komîteyên parastina gel li dijî xwînmijiya hêzên istixbaratê yên rejîma Beşar Esed derdikevin. Li Helebê jî beriya çend heftiyan ciwanên Kurdan yên rêxistinkirî êrîşa alîgerên rejîmê vala derxistin û mal û milkên Kurdan ji wêrankirinê parastin. Her weha bi sedan ciwan ji bo parastina taxên Kurdan li Helebê „nuqteyên kontrolkirinê“ amede kirin. li Qamişlo, Amûd û Dêrikê jî heman kar hate kirin.
Ev komîte bi rêvibiriya PYD karê xwe dikin. Ew ji aliyê vê partiyê ve hatine rêxistinkirin. Ji ber hindê em rastî nerazîbûna hinek kesan tên, ku qaşo „komîteyên hemû Kurdan“ dixwazin. Bi gotinek din dibêjin gerek ev komîte ne tenê di bin siya partiyekê de be, lê ya hemû partiyan be. Ev nêrînek baş e, lê rastî ne weha ye. Partiyên din yên rojava qelisin û ne xwedî ew imkanin ku ciwanan rêxistin bikin û bidin ser hev. Jixwe tecrubeya wan jî di vî warî de nîn e. Alîgerên wan jî nînin ku weha karibin rakin çekdan û parastina tax û malên Kurdan bikin. Ji ber vê yekê ev nêrîn bi qasî ku çavnebariyek li dijî xebata PYDê ye, ne ji bo yekîtiya hêz û imkanên Kurda ye. Jixwe em dizanin ku hemû ciwanên xwe bi riya van komîteyan rêxistin kirine ne endamên PYD ê ne. Gelek ji wan welatparêzin û ji bo karibin gelê xwe biparêzin tevlî komîteyên parastinê bûne.
Li ser Kurdên rojava gelek lîstik hene. Gelek pîlan tên amede kirin. ji bo Kurdên vî beşî mafên xwe bi destnexin, gelek hêz ketine dewrê. Ji ber hindê pêwîstî bi amedekariyek mezin ya xweparastinê heye. Ev amedekarî jî tenê Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê diakre bike. Me di destpêka şerê li Sûriyeyê de got: Dewleta Tirk û bi taybetî AKP'ê dê bela xwe ji Kurdên rojava veneke. AKP'ê dê tu carî qebûl neke ku di dema ew 20 milyon Kurdên bakur nas nake, li rojava 3-4 milyon Kurd mafên xwe bidestbixin. Ewê ji bo rê li ber vê pêşveçûnê bigre dest bi hemû cûreyên dek û dolaban bike. Jixwe me dît çawa AKP'ê hêzên muxalefeta Sûriyeyê bi xwe ve girêda û karîbû bi riya wan mafen Kurdan inkar bike û li dij derkeve.
Ji bo ev pîlanên qirêj vala derbikevin, PYD amedekariyên xwe dike. Destê xwe ji bo hemû hêzên Kurdan dirêj dike. Her hêza ku dixwaze mafên Kurdan bi dest bîne, divê destê PYD li hewa nehêle. Imkanên PYD milkê hemû Kurdane. Ji ber vê yekê divê lihevkirinek hebe, ne cûdahî û nakokî.
Medya Ereb ya girêdayî Tirkiyeyê û rêxsitina navnetewî ya Birayên Misiliman bi hemû hêza xwe hewl didin nav û dengê Kurdan xerab bikin. Ew Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê bi alîgeriya rejîma Esed tewanbar dikin. Ew xebata van komîteyên parastinê mîna destekdayina rejîma Esed dinrxînin. Ew hebûna hizra xwparastina ji derveyî „Artêşa Azad ya Sûriyeyê“ wek xiyaneta „serhildanê“ dibînin. Bi gotinek din dixwazin tenê çek di destê muxalefeta Ereb ya di bin kontrola Birayên Misilman û AKP'ê de be. Bi vî äêweyî ewê hemû äerit û mercên xwe li ser Kurdan ferz bikin û wan ji van guhertinên li Sûriyeyê bê par bihêlin. Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê vê yekê qebûl nake. Ji bo parastina Kurdan li himberî êrîşên rejîm û muxalefetê çi ji destê wê were dê bike. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên Kurd yên welatparêz û niştimanperwer destê xwe bidin hev û konseptek xweparastinê ya hevbeş amede bikin. Ji bo ev konsepit baş cihê xwe bigre û di warê praktîk de pêk were, PYD bi hemû imkanên xwe yên lojistîk di xizmeta gelê Kurd de ye.
Ji bo berevaniya hebûna Kurdên roajva pêwîstî bi kongreyek mezin li asta tevahiya Kurdistanê heye. Divê hemû hêzên netewa Kurd beşdarî vê kongreyên bibin û bi yek encamê derkevin meydanê. Divê ji bo yekîtiya hêzên Kurdên rojava kar were kirin û imkan werin veqetandin. Tiştê li Sûriyeyê dibe niha şerekî navxuyî ye. Hêzên Şîy li tevahiya cîhanê piştgirtiya vê rejimê dikin û hêzên islama siyasî û welatên Ereb û AKP'ê jî destekê didin muxalefetêa sunî. Jixwe ev hemû hêz jî li dijî statoyek Kurdên rojava ne. Ji ber vê yekê divê netewa Kurd jî pîlanên xwe hebe û karibe ji bo alîkariya gelê rojava konsetptekê pêşbixe.
Di çedn mehên li pêşiya me de dê rejîma Esed zêdetir ji hev bikeve û dê hêzên muxalefetê yên ajanên AKP'ê û welatên Ereb yên sunî jî zêdetir bi ser Kurdan ve werin. Ji bo em vê xeterê ji holê rabikin û van hewledanan beravêtî bikin, pêwîstiya me bi yekîtî û hevgirtinê heye.
Komîteyên Parastinê û Yekîtiya Kurdên Rojava