Pêngava komkirina îmzeyan ji bo serbestberdana siysetmedara kurd Zeyneb Celaliyan ku li Îranê zindaniyia siyasî ye, li bajarê Qamişlo dewam dike.
Endamên Yekîtiya Star bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin kolanan û belavok ji bo serbestberdana Zeyneb Celaliyan li welatiyan û dikanan, belav kirin. Derbarê mijarê de Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Henîfa Mihemed diyar kir ku wan ji destpêka meha çileyê ve dest bi komkirina îmzeyan kirine. Henîfa da zanîn ku ew piştî bi dawîkirina komkirina hejmareke mezin ji îmzeyan, wê wan îmzeyan ji Netewên Yekbûyî re bişînin.
Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star destnîşan kir ku ev pêngava wan dewam dike û heta niha 15 hezar û 577 îmeze hatine komkirin.
ANHA/QAMIŞLO