Pêr li navçeya Şirnexê Qilabanê li bajarokê Sêgirkê helîkoptêreke artêşa Tirk ket xwarê. Tevî ku hîna diyarnebûye, ka gerîlayan helîkopter daye erdê yan na, Artêşa Tirk bi daxuyaniyeke bi lez îdîa kir ku helkopter bi qezayekê şikest xwariye. Di helîkoptera ketî xwarê de, tevahiya fermandariya operasyona eskerî ya artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Katoyê bi rê ve dibir, hebû.  

Hat ragihandin ku Tumgeneral Aydogan Aydin ê ku operasyona navbirî li herêma Katoyê bi rê ve dibir jî hebû û ew jî miriye. 

Bû tekmîla wî ya dawî

Generalê Tirk Aydin, 28’ê Gulanê di çapemeniya Tirk de xuya dikir. Di dîmenên xwe de, wî teklefonî Serokkomarê Tirk Erdogan dikir û tekmîla xwe didayê. Ha ew tekmîl bû tekmîla wî ya dawî. Tevî generalî bi giştî 13 eskerên Tirk bi ketina helîkopterê re mirin yan jî hatin kuştin.

Helîkopter ji Leşkergeha Jendermeyan a li Sêgirka rabû û ne dûrî wê pêr bi şev ket xwarê. Ji bilî Fermandarê Tumena Sînor a Jendermeyan a 23. a Şirnexê Tumgeneral Aydogan Aydin. Du mîralay, serdarek, çar serpel, pîlotê serekserpêl, du serçawiş, çawişekî pispor jî hebûn. Bi vî rengî jî tevahiya fermandariya komkujiyên li dijî Kurdan a li Botanê ji holê rabû û nema.

Kit ji fermandariyê nema

Herçî generalê Tirk Aydogan Aydin e, wî demekê Fermandariya Tugaya Komando ya Qeyseriyê jî kiriye, ku ev Tûgay yek ji amûrên girîng ên terora dewleta Tirk a li Kurdistanê ye. Her wiha Aydin operasyona 18’ê Nîsanê ya li herêma Çiyayê Kato ya Elkê bi tevlîbûna bi hezaran leşkerên ji Tûgaya Komando a Jandarma a Çakirsogut, Fermandariya Tumena Sînor a Jandarma a 23. û Fermandariya Alaya Jendermeyan a 8. a Elkê destpêkirî jî, bi rê ve dibir.

Aydin roja 28’ê Gulanê dema ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk, Suleyman Soylû çûbû Katoyê, hevaltî pê re kiribû û bi telefonê tekmîl dabû Erdogan.

Lîsteya komkujerên mirî

Navê leşkerên di helîkoptera ketî xwarî de mirî jî bi temamî ev in:
Tumgeneral Aydogan Aydin
Serheng Oguzhan Kuçukdemîr
Serheng Gokhan Peker
Serdar Koray Onay

Serpel Songul Yakut
Serpel Ilker Acar
Serpel Nurî Şener 
Çawişê pispor Zekî Koç
Serpelê Pîlot Serhat Siginak
Pîlot serekserpel Abdulmutalîb Kesîkbaş
Serçawiş Mehmet Erdogan

Serçawiş Fevzî Kiral
Çawişê Pispor ê Piyade Hakan Încekal 


 NAVENDA NÛÇEYAN