
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji bo şermezarkirina komkûjiya li Parîsê ku têde sê jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakî pêk hat. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK, partiyên siyasî û saziyên sivîl ji pêşiya parka Şanedar heta Konsolosxaneya Firansa ya li Hewlêrê xwepêşandanek lidarxist. Peyama RJAK’ê ji aliyê Ciwan Kurdistan ve hate xwendin û wiha hate gotin: “ Di duyemîn salvegera terorkirina sê jinên tekoşer ên Kurd de, em li vir daxwaz li berpirsên Ewropa, bi taybetî welatê Firansa dikin û em dibêjin ku divê bi zûtirîn dem kûjer bên dîtin û cezakirin.” Nûnerê Yeketiya Niştîmaniya Kurdistanê Azad Çola ku tevlî meşê bibû jî wiha got: “Me îro beşdariya vê xwepêşandana hersê jinên Kurd ên têkoşer kir, em bi vê wesîlê ji welatên Firansa û Ewropa daxwaz dikin ku rojekê zûtir kujerên hersê jinên Kurd ên têkoşer derxîne ber dadgehê û ceza bike.” Komek ji parlameterên Parlamentoya Kurdistanê li ber Konsolosxaneya Frensa beşdarî xwepêşandanê kirin û komkûjiya hersê jinên kurd ên tekoşer şermezarkirin.
Li Çoman semîner pêk hat
Di salvegera terorkirina hersê jinên tekoşer ên kurd de li salona pirtûkxaneya Çoman, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan(RJAK) semînarek ji aliyê Endama Rêveberiya RJAK’ê ve hate lidarxistin. Semînar bi deqeyek rêzgirtin ji bo hersê jinên şehîd û hemû şehîdên rêya azadiyê destpêkir. Endama Rêveberiya RJAK’ê Pervîn Hesen di semînarê de behsa rola tekoşîna dûr û dirêj a Sakîne Cansiz kir û diyar kir ku hebûna hêzên xweparastina jinan li Şengal, Kobanê û hemû Kurdistanê saya serê xebat û tekoşîna bênavbera a Sakîne Cansiz de ye.” Di beşeke din a semînarê de Hesen balê dikşîne ser sedema qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Di dawiya çalakiya de sînevîzyonek li ser xebat û tekoşîna her sê jinên şoreşger hate nişandan.
Sê jinên têkoşer li Qeladizê hatin bibîranîn
Li qezaya Qeladizê ya ser bi Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan(RJAK)’ê semînarek der barê sê jinên tekoşer hat lidarxistin. Di destpêka semînarê de ji bo şehîdan deqeyek rêz hatigirtin û ji bo bîranîna hersê jinan çend mûmek ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin. Herwiha sînevîzyonek li ser jiyana hersê jinên şoreşger hate nîşandan. Piştre Endama Rêxistina Jinên Azadixwaziya Kurdistanê Şeyda Nadir axivî û diyar kir ku ew siyaseta ku bi salan e li hember kurdan tê meşandin îro jî berdewam dike û wiha got: “Komkujiya ku li Parîsê pêk hat, li pêş çavê hemû cihanê çêbû lê belê herkesî ji xwe re lê temaşe kir. Ev yek jî nîşan dide dijminên gelê kurd hêjî li hember kurdan planên wan yên qirêj heye û berdewam dikin.”
Li Şengalê jî civîn lidarket
Li bajarê Şengalê bi boneya salvegera şehadeta 3 tekoşerên jin, civînek hat lidarxistin. Civîn ji aliyê Tevgera Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan TEVDA ve pêk hat. Di civînê de Endama Meclîsa jinan a TEVDA’yê, Hewlêr Kobanê axivî û behsa tekoşîna Sakîne Cansiz kir ku ji hemû jinên kurd û Rojhilata Navîn re mînaka jina tekoşer bû û wiha got: “Hevala Sara hemû jiyana wê tije şer û tekoşîn bû. ji destpêka avakirina PKK’ê û heta roja ku şehîd bû tekoşîna xwe bi israr berdewam kir.” Herwiha Hewlêr Kobanê di dawiya axaftina xwe de behsa tekoşîna Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir ku her yek ji wan jinan bûne sembola îradeya jina kurd di qada nav netewî de.
NAVENDA NÛÇEYAN