Li bajarê Fransayê Montpellierê, qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê hatin bibîranîn. Çalakiya bibîranînê bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdan dest pê kir. Nûnerê FEDA’yê Şenol Hantekîn li bibîranînê axivî û got, “Mejiyê ku doh li Mereşê komkujî kir û zêhniyeta ku li Roboskî komkujî kir, yek e.

Piştî axaftin û peyaman li ser komkujiyên Roboskî û mereşê sînevîzyonek hate nîşandan.

Divê em bi ruhê Kurdistanê bijîn

Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê jî ji bo piştevaniya malbatên şehîdan xwarina xêrê hate dayin. Xwarin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate dayîn û bi dehan kes lê amade bûn. Bêrîvan Oran bi navê malbatên şehîdan axivî û got, “Berpirsyariya me ye ku em li bajarên Ewrûpayê bi ruhê Kurdistanê bijîn û şehîdên xwe bi bîr bînin.”

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş jî îşaret bi girîngiya piştgiriya bi malbatên şehîdan re kir û got, “Dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka şehîdan e. Mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye, mîrateya bi rûmet e.” Di dawiya  çalakiyê de hunermend Xemgîn Bîrhat hunerê xwe pêşkêş kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN