Bi têkoşînê bersiv dan êrîşan
Di civînê de Serokê Komeleya Kurd û Rûsan Arîf Azmanî jî bal kişand ser şerê li dijî Kurdan tê meşandin û got: “Di vê mehê de fermandarê HPG Nûman Bismil di encama operasyonek leşkerî de şehîd ket. Li gor agahiyên ku me bi dest xistine kesên ku wek sîxur tên nav partiyê agahiya cihê Nûman dane. Di milekî operasyonê leşkeri bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Lê bi operasyonê leşkerî tenê nikarin encam bigrin ji ber vê yekê ji bo darbeyekê li baskê siyasî din jî komkujiya Parîsê çêkirin. Bi vî şeklî dewleta Tirk hem di warê sîyasî hem jî di warê leşkerî de bi ser Kurdan ve tê her wiha ji bo Kurd îro li rojavayê Kurdistanê jî nebin xwedî îrade çi destê wê tê dike. Mînak li Serêkaniyê ti qirêjî nemaye û nekiriye. Lê hem di warê leşkerî hem di warê siyasî û hem jî li rojavayê Kurdistanê Kurdan bi bilindkirina tekoşînê bersiv dane van êrîşan.”
Di civînê de gelek Kurdistaniyên jî di derbarê komkujiya Parîsê nerazîbûnê xwe anîn ziman û komkujî şermezar kirin.
ANF/KRASNADAR