Xwendekaran çalakî lidarxist

Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê jî bi heman armancê doh li qada R1 hatin cem hev û 34 kesên di komkujiya Roboskî´yê de jiyana xwe ji dest dan bibîranîn. Xwendekaran çalakiya rûniştinê li dar xistin û nameyên ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan nivîsîn xwendin. Di dema xwendina nameyan de demên hestiyar pêk hatin. Piştî xwendina nameyan, birayê Ferhat Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Abdulsamet Encu axaftinekî kir û wiha got: "Faşîst Erdogan komkujiyê vedişêre. Xelatan dide Serfermandarê komkujî pêk anîn. Li cihê hesaba komkujiyê bipirse xelatan dide." Piştî axaftinê bi sedan xwendekaran dest bi meşê kirin. Di meşê de pankrata "Heke ez miriyên me yên li ser pişta hestiran hatin birin ji bîr bikim dilê min hişk bibe. Ji bo Roboskiyê edalet" vekirin û nivîsên"Ji bo Roboskî denge xwe bilind bikin"  hatin hilgirtin. Xwendekaran sloganên "Faşîst Erdogan dê hesabê bide" gotin.
Endamên YAKAY-DER'ê yên Stenbolê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya de wêneyên kesên di komkujiya Gazî, Sêwas û Gurgumê de hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Dayîkên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê YAKAY-DER'ê Velat Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku komkujiyên siyasî bi dehan salin li ser vê erdnîgariyê berdewam dikin.

Xelkê Colêmergê protesto dike

Endamên Platforma Hêzên Demokratîk û Kedê yên Colemêrgê ji bo salvegera komkujiya Roboskiyê banga tevlîbûna meşa ku lidarbixin kirin.  Endamên platformê li ber avahiya Şaxên KESK'ê hatin cem hev û daxuyanî dan. Hat diyarkirin ku li ser komkujiya Roboskiyê de salek derbasbû, lê heta  niha ne kûjer hatin cezakirin.
Li navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrg jî bi heman armancê wê bernameyên bîranînê bên li darxistin. Li Geverê îro saet di 13.00'an wê meşek bê lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya diyar kir ku hemû gelê navçeyê ji bo protestokirina komkujiyê di 28'ê Kanunê de wê li mal û kargehên xwe paçên reş daliqînin.
Li Şemzînan jî bi heman armancê îro saet di 13.00'an de diçin Roboskiyê û di 28'ê Kanunê de jî saet di 13.00'an de daxuyanî bê dayîn.
Rêxistina BDP'ê ya Farqînê jî têkildarî Mijdarê wê îro saet di 13.00'an de li ber Mizgefta Selahattîn Eyyubî bên cem hev û ji bo protestokirina komkujiya Roboskiyê meşekê li dar bixin û banga tevlîbûna meşê hate kirin. 

NAVÊNDA NÛÇEYAN