
Ev qirkirin e
Federasyonê destnîşan kir ku ev fermanek pir vekirî ye, bi desteka hêzên navneteweyî, bi taybet di kesayeta civaka Êzîdî de bi giştî li hember gelê Kurd pêk hatiye. Daxuyanî wiha dewam dike: "Mînaka herî zelal jî êrîşên DAIŞ ên li hember Rojavayê Kurdîstanê ye. Îro bi hezaran gelê me mal û gundê xwe berdane bi ser rê û dirban ketine. Di çiyayan de asê mane, bi hezaran di destê çeteyan de dîl hatine girtin, bi sedan zarok ji tî û birçînê mirine. Ji 500’î bêtir jin û keçên ciwan ji aliyê çeteyan ve hatine revandin û li bazaran tên firotin. Ev jenosîd e, qirkirin e, tunekirin û karesatek mezin a dîrokî ye. Lê bira her kes bizanibe gelê Şengalê ne bi tenê ye. Di serî de YPG, û tevahî hêzên parastina ji bo parastina gelê me di nav tevgêrê de ne. Tevahî gel, bawerî û çanden cuda, yên heremê, li hember çeteyên DAIŞ bi hev re di nav hevkariyê de ne. Çeteyên DAIŞ bi awakî plankirî dixwazin meha Tebaxê ku ji bo gelê me meha vejînê ye, bikin Tebaxa qirkirina gelê me. Lê ew ê bi xwe di nav hovîtiya xwe de bifetisin."
Emê girêdayî wan bin
FKE´ê careke din qurbaniyên qirkirin û jenosîda Şengalê bi rêz bibîr anî û di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev xal destnîşan kirin: "Emê bîranîna wan bi xurtkirina têkoşîna azadiyê bidin jiyîn. Soza me bi navê şehîdên Şengalê berxwedan e. BIJÎ YEKÎNEYA FERMANDARIYA ŞENGALÊ. Em bang li gelê xwe yê Şengalê dikin bila axa xwe bi dest çeteyan ve bernedin. Axa me şerefa me ye, warê pîroz wêran nekin, vala nekin. Em dixwazin bang li tevahî hêzên Kurd û Kurdistanî bikin, bi taybet bang li rêxistinên jinan bikin yekîtî û tifaqa xwe ava bikin û têkoşînê bilind bikin. Bijî Berxwedana Şengalê. Bijî Berxwedana gelên Kurdistanê.”
NAVNEDA NÛÇEYAN