Di şerê Îran-Iraqê de (1980-88) de zêdeyî mîlyonek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Rejîma Saddam Huseyîn beriya êrîşa kîmyewî ya 16´ê Adara 1988'an a li hemberî Helepçeyê ku zêdeyî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin pêk bîne, êrîşî bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê kiribû.


Iraqê Serdeştê bombebaran kir

Balafirên şer ên rejîma Baasê di 28'ê Hezîrana 1987'an de saet di 16:00 de, çar taxên Serdeştê û gundên Reşe Hermê û Deştî Depran ên li nêzî navendê bombebaran kirin. Di saetên destpêkê yên êrîşê de şêniyên Serdeştê digotin qey bombebaran bi çekên normal hatiye kirin. Ji ber vê yekê daketin qadan û hewl dan birîndarên xwe rakin. Piştre xur û werimîna li laş, ji dev-bêvil û çav herikîna avê, bêhn tengî û verişîn xwe da der. Gelek kesan ev rewşa çekên kîmyewî rê li ber vekir fêm nekir û dema xwestin birîndarên xwe rizgar bikin, jiyana xwe ji dest dan. Di roja duyemîn a bombebarana kîmyewî ya li hemberî Serdeştê de bi sedan mirî û birîndar li salona sporê ya bi navê Holî Palewan Textî hatin komkirin. Piştre birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mahabad, Ûrmiye, Tebrîz û Tehranê.

109 mirî, 10 hezar birîndar

Di vê komkujiya gazên kîmyewî lê hatin bikaranîn de, hejmara zelal a mirî û birîndaran nayê zanîn. Li gorî hejmarên fermî yên Îranê 109 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî rayedarên Serdeştê yên wê demê, 120 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn. Çavkaniyên rejîma Îranê dan xuyakirin ku di êrîşa li hemberî Serdeştê de ti hedefên leşkerî yên Îranê zerar nedîtine û tevahiya kesên jiyana xwe ji dest dane Kurdên sivîl in. 

ANF/SERDEŞT