Saziyên Êzîdî-Kurd ên Moskovê, têkildarî  êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Êzîdiyan ku tê de 200 Êzîdî hatin qetilkirin, daxuyaniyek dan.  Daxuyanî li ber Mala Kurdan hat dayîn û gelek nûnerên rêxistinên civakî beşdar bûn.

Li ser navê komê seroka Mezopotamyayê Refîke Kamîl axivî û ji bo rizgarkirina Êzîdiyên dîl hatine girtin bang li saziyên navneteweyî kir û got: “Em ji ber Kurd û xwedî baweriya Êzdiyatiyê ne, tên kuştin.  Divê Kurd demildest bibin yek.

Rêxistinên Êzîdî yên Rûsyayê dixwazin biçin çiyayê Şengalê. Gelê Kurd tiştê ji destê wî hat kir. Xwedî li Êzîdiyan derketin.  Mala xwe jê re vekirin. Dîsa HPG, YPG, YPJ û YBŞ’ê têkoşînek mezin dan. Hemû saziyên Kurd xesasiyetê nîşan didin û li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.” 


 ANF/MOSKOV