Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, ji bo şermezarkirina komkujiya Dîlokê li gara trenê çalakiyeke bêdeng a protestoyî hat lidarxistin. Çalakgeran devê xwe bi bantê girtin û bi vî rengî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Çalakiyê bi qasî 40 deqeyan dewam kir.
Piştre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Helsîngborgê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya demokratîk hat kirin, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî ya li pişt komkujiyan ew hene, protesto bikin.
Kurdistaniyên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, bi heman armancê li hev civiyan û alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Alî Agirî axivî û destnîşan kir, ku komkujiya li Dîlokê nîşaneya bêçaretiya çeteyên DAIŞ‘ê ye, ku li Minbicê û gelemperiya Rojavayê Kurdistanê derbên giran dixwe. Agirî diyar kir, komkujî bi destek û teşwîka dewleta Tirk hatiye kirin.
Di vê navberê de ji bo meşa dirêj a dawiya hefteyê li meydana Gota aset di 14:00 de destpê bike, banga tevlîbûnê hat kirin.
GOTEBORG