Cihê bibîrxistinê ye di nîsana sala 1980’yî de rejîma berê ya Iraqê bi sedan hezar Kurdên Feylî (Kurdên şîî yên Iraqê) bi hinceta “dilsozê Îranê ne” bo zorê koçber kirin û li ser sînorê navbera Iraq û Îranê niştecih kirin û paşê nasnameya Iraqê ji wan stand. Partî, sazî û rêxistinên Feylî aşkere dikin ku rejîma berê ya Iraqê 500 hezar Kurdên Feylî bi zorê koçber kirine û 17 hezar ciwanên wan jî winda kirine.
BEXDA
Termên di gora komî ya Meharê de Kurd in
Wezîrê Karê Şehîdan û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Aram Ehmed, diyar kir, hemû termên di nav gora komî ya Mehar li parêzgeha Dîwaniye ya Iraqê de, Kurd in û xelkê devera Qadirkerem û Qerehencîr in. Ehmed, got, heta niha 491 term li nav gorên komî yên Mehar li parêzgeha Dîwaniye hatine dîtin ku hemû Kurd û kincên Kurdî li ber wan de ye. Ehmed, anî ziman, pirûskên hestî û bermayên terman, bo pişkinînê hatine şandin û dê li bajarê Necefê bên pişkinînkirin. Wezîrê Karê Şehîdan û Enfalkiriyan, got, pirûs û bermayên terman, qonax bi qonax dê bo Hewlêrê bên veguhestin û dê pişkinîna (muayene) DNA’yê li ser wan bê kirin. Aram Ehmed, da zanîn, îro serokatiya civata wezîran a Herêma Kurdistanê, rizamendî li ser vegerandina pirûskên (omurga) hemû qurbaniyan bo malbatên wan daye.
HEWLÊR