KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û PYD’ê li ber gara trenê ya navendî çalakiye hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşma “Terorîst DAIŞ“ hat qîrîn û bi sedan belavok hatin belavkirin.

DORTMÛND: Li Dortmûndê NCDK û Meclîsa Jinê ya Rozerîn, bi çalakiyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir. Di vê çalakiyê de daxuyanî hat xwendin û dirûşma “Şehîd Namirin” hat qîrîn.

FREÎBÛRG: Li meydana Rathaûsplatz a li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hat danîn û find hat pêxistin.  

AÛRÎCH: Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê, li ser banga Komuna Ciwanan û Jinan a Viyan, danê êvarê li ber avahiya Şaredariyê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan û DAIŞ” hatin qîrîn. 

ZURÎCH: Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, Kurdistanî danê êvarê li kolana Bahnhofstrasseyê li hev civiyan û ji bo şehîdên Qamişloyê deqeyek rêz girtin. Li ser navê PYD’ê axaftin li vir hat kirin û hat gotin, “Gelên me wê li hemberî van êrîş û komkujiyan hîn bêhtir li dora Şoreşa Rojava bicivin û bersiva herî xurt bidin.” 

MÎLANO: Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi armanca şermezarkirina komkujiya Qamişloyê li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk anîn.  

AMSTERDAM: Li Hollandayê, Konseya Civakên Kurdistanî ya Demokratîk bi daxuyaniyekê komkujiya li Qamişloyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re hat xwestin û ji bo çalakiya li Arnhemê ya ji bo şermezarkirina komkujiyê banga tevlîbûnê hat kirin.

STOCKHOLM: Kurdistanî li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan û li ber wêneyên ji komkujiyê find vêxistin. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ’ê hatin hildan û dirûşmên “Piştgirî ji bo Qamişlo”, “Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin” hatin qîrîn.

OREBRO: Li navenda bajarê Orebro yê Swêdê, komkujiya li Qamişlo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Tevgera Goran û Asûriyan jî destek dan çalakiyê.  

GAVLE:  Komkujiya Qamişlo li bajarê Gavle yê Swêdê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin. Endamên NCDK’ê di çalakiyê de axivîn û bibîr xistin, ku li Rojhilata Navîn hêza yekane ya laîk û demokrat Kurd in. 


 NAVENDA NÛÇEYAN