
Di civînê li Mala Gel hate li darxistin de Endamê Konseya Rêvebir a KNK’ê Mîrhem Yîgît, Parêzer Necdal Dişli, endamê YEK-KOM’ê Abdullah Efe û ji rêveberiya ATIF’ê Metin Aydin beşdar bûn û herwiha nêzîkî 100 Kurdistanî amede bûn.
Civîn saet 15:30’an de bi rêzgirtin ji bona şehîdan hate destpêkirin. Ser wateya rojê Endamê Konseya Rêvebir a KNK’ê Mirhem Yîgît axaftinek kir û got di erîşê de êrîşkaran xwestin gelê êzîdî tune bikin, lê negîhiştin armanca xwe. Herwiha Yîgît derbarê Kampanya Nasname ya ku YEK-KOM’ê daye destpêkirin ji got ku divê her kurdek xwe berpirsiyar bibîne û li kampanyayê xwedî derkeve. Yîgît wiha axaftina xwe domand: „Em xwedî nasnameyeka dewlemend in, olên me hene, ziman û zaraveyên me hene, herwiha xwedî çandeka dewlemend in. Ji ber wê divê herkes xwedî li vê kampanyayê derkeve.
Parêzer Necdal Dişli jî axaftinek kir û anî ziman ku ev 19 zagonê hatin destnîşankirin zagonên mafên mirovan e û wiha berdawam kir: „Pedision gotinek bi latînî ye û tê wateya em bixwazin. Dema ev Pedision hate qebûl kirin tê wateya ku yek dikare ji komsiyonê biçe Parlamentoya Almanyayê (Deutsches Bundestag) û ser wan xalan axaftin bike. Dişlî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku baweriya wî bi gelê kurd heye û dê xwedî li vê Kampanyayê Nasnameyê derkevin.
Piştî axaftina Dişli, Endamê YEK-KOM’ê Abdullah Efe axaftinek kir. Efe ser 12 xalên hatine destnîşankirin rawestiya û navaroka wan anî ziman. Efe wiha axaftina xwe berdawam kir, dibê kampanya ku ji 01.09 heta 14.09.2011’ê dajo her kes xwedî derkeve, ji ber vê yekê di navbera van 2 hefteyan de divê 50 hezar îmze bêne komkirin.
Di dawiya civînê de Endamê ATIF’ê Metîn Aydin mafê axaftinê girt û got; „Em wekî saziya ATIF’ê piştgriyê didin vê Kampanya Nasnameyê û heta ji destê me bê, emê alîkariyê bidin, da ku gelê kurd bigîhije almanca xwe“.
YUKSEL TOPRAKLI /HANNOVER
Di çaremîn salvegera komkujiya Şengalê ya ku bi sedan kurdên êzîdî jiyana xwe ji dest dan, hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat tê şermezarkirin. Derbarê salvegera komkujiyê Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) jî daxuyaniyek belav kir û qurbanên komkujiyê bibîr anî. FKÊ di daxuyaniya xwe de wiha got: „Em weke Federasyona Komeleyên Êzdiyan di sala 4emîn salvegera qetlîamê de careke şehîdên Şengalê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Kujerên mirovên sivîl di salên borî de jî di demên salvegera vê qetlîamê de dîsa êzdî ji xwe re hedef girtibûn û bi dehan kes kuştibûn. Lewma xeter û talûke hene ku îsal jî êzdî bibin hedefa mirovên bêrehm û bêxof. Ji ber van sedeman divê di serî de hûkûmeta Kurdistanê, partiyên kurd ên li Şengalê û hûkûmeta navendî ya Iraqê tedbîran li hemberî îhtîmala êrîşan bigrin û jiyana kurdên êzdî misoger bikin. Ew ji ewlekariya jiyana mirovan berpirsiyar in. Herweha divê Êzdî jî tedbîrên xwe bigrin û bi hêza xwe pêşî li îhtîmala êrîşan bigrin.
Li aliyê din weke tê zanîn, di van rojan de êrîşên li dijî gelê kurd jî zêde bûne. Li aliyekî artêşa Îranê êrîşî hêzên PJAKê dikin, ji aliyê din ve dewleta tirk amadekariyên operasyonên nû dike. Di bîra herkesî de ye ku rêxistina bi navê Yekîneya Tolhildana Tirk TİT berpirsiyariya qetlîama Şengalê girtibû ser xwe. Ji vê yekê tê zanîn ku kesên êrîşî kurdan dikin ferq û cûdahiyê naxin nava musulman, elewî an jî êzdiyan. Ji bo wan kurd her yeke û divê ji holê were rakirin. Bi van bîr û baweriyan em banga li tevahiya kurdan dikin ku qetlîama Şengalê şermezar bikin û li hemberî tevahiya neyaran hêzên xwe bikin yek.“
Li Şengalê bîranîn
Şaredar û komelgehên ser bi bajaroka Şengalê roja yekşemê bi boneya salvegera teqînên li wî bajarokî yên di 2007an de ku bûbû sedema kuştin û birîndarkirina 1300 kurdên Êzîdî, çendîn kor, civîn, çalakiyên hunerî û edebî saz kirin. Birêveberê Ragihandina Qaymiqamiya Şengalê Murad Hiskarnî ji AKnewsê re got, “Dema ku ez gihiştim cihê teqînan û min bi çavê xwe dît ku wêrankariyeke mezin pêk hatiye û gelek kes hatine kuştin. Çaxê ku min aliyên têkildar ji encama teqînan haydar kir, ji min re gotin tu derewan û zêdegaviyê dikî. Lê mixabin nûçeya min rast bû.” Cîgirê Serokê Desteya Bilinda Binkeya Rewşenbiriyê ya Lalişê Seîd Silo jî ji got, “Zulma ku ji ber ol û neteweyê wan li êzîdiyan tê kirin, vedigere serdema osmaniyan. Êzîdî heta niha jî bi destê nehametî, kuştin û dubendiyê dinalin. Êzîdî pêdivî bi bicihanîna madeya 140ê ye daku navçeyên wan vegerin ser herêma Kurdistanê ku take rêya xelasbûna wan ji zulmê ye.” Binkeya Lalişê jî bi boneya salvegera teqînên li komelgeha Gird Uzêr û Şêx Xidir li başûrê Şengalê beyanameyek derxist û got: “Tiştê ku di 14ê tebaxê de qewimî karesateke mirovî bû û eger navçeyên êzîdiyan bi rêya bicihanîna madeya 140ê venegerin ser welatê dayîk Kurdistanê, egera wê çendê heye dubare bibe.” Hêjayê gotinê ye di 14ê tebaxa 2007an de li komelgeyên Gird Uzêr û Şêx Xidir li başûrê Şengalê li pey hev 4 teqîn çêbûn û di encamê 550 kes hatin kuştin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûn.
ŞENGAL