Li aliyekî parkê peykerekî ku di sala 1961’an de hatiye çêkirin, hatiye bi cih kirin. Li pişt peyker wêne û navên cangoriyên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine bicihkirin. Li vir 36 wêneyên ku her yek ji van çîrokekê dide diyarkirin hatine bicihkirin.
Welatiyên ku komkujî jiyan kirine û jê xelas bûne, diyar kirin gelek ji wan xwe di bîra sînemayê werkirine û xelas bûn û hin jî di heman bîrê de jiyana xwe ji dest dan. Welatî derbarê bîrê de wiha dibêjin: “Bîr sembola mirin û xelasê ye.” niha di heman parkê de bîrek wekî sembola wê bîrê hateye çêkirin.
Welatiyan diyar kirin ku komkujiya sînema rojeke reş di dîroka wan de ye û ew tu carî ji bîr nakin û dê wekî lekeyekê di wêjdana mirovahiyê de bimîne. Welatî Hikûmeta Şamê wekî berpirsiyarê vê komkujiyê dibînin. Di wê demê de Amûdê girêdayî Hikûmeta “Komara Ereban a Hevgirtî ya Sûriyê û Misrê” bû ku serokatiya wê Cemal Ebdilnasir dikir. Ebilnasir bi helwestên xwe dijberî kurdan dihat naskirin. Di dema desthilatdariya wî de kurd rastî gelek azaran hatin û herêmên kurdan bi anîna ereban rastî guhertina dîmografîk hatin. Gelek mamoste ji Misirê dianîn û fikra erebî ya şovenîst di nava kurdan de belav dikirin.
Tê gotin ku komkujiya sînema Amûdê pilankirî bû. Di wê demê de mamosteyan ji bo piştgiriya bi şoreşa Cezairê re hemû şagirt neçarî kirîna bîlêtên filmê bi navê “Cinawerê nîvê şevê” kirin. Ji ber ku di bajêr de tenê sînemayek hebû, roja betlaneyê (pişo) ji bo pêşandana film hate diyarkirin. Di roja betlaneyê de film ji bo şagirtên dibistanên El-Mutenebî, Emar Bin Yasir û El-Xezalî hate diyarkirin. Di wê rojê de hemû sedem gihiştin hev wekî avahiya sînemayê ku ji herî û pûş hatibû avakirin. Salona sînemayê ku têra 150 kesî dikir, têde 500 zarok komkirin. Alavên komkujiyê jî tune bûn. Di encamê de di şewata sînemayê de 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê şewata sînemayê de hikûmeta wê demê, Wezîrê wê demê yê bi navê Ebdilhemîd El-Serac, Birêveberê Navçeya Amûdê Mistefa Şaaban tu lêpirsîn nedane destpêkirin û bi zanebûn mijara komkujiyê nixumandin. Li aliyê din tu aliyên navnetewî jî derbarê komkujiyê de helwesta xwe diyar nekirin û heta niha jî ji aliyê dezgehên mafê mirovan û zarokan ve tê paşguhkirin.
NAHA/AMÛDÊ