Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli beşdarî konfearnsa Kreîsky Forûm û Însiyatîfa Now a li Viyanayê bûn.
Di konferansa ku Şaredariyên ji Îtalya, Yewnanîstan, Urdun û Lubnanê jî lê amade bûn de, Turk der barê mirovên ji ber şerê li Rojava û Şengalê koçî bajarên Kurdan kirin agahî da. Turk da zanîn ku gelê herêmê li gorî derfetên xwe, alîkariyê dide koçberan.
Turk da zanîn ku bi taybetî penaberên Êzidî ji ber nasname û baweriya xwe nikarin ti alîkariyê ji dewletê bigirin û got, “Şaredariyên me, gelê me û rêxistinên me yên civakî yên sivîl xwedî li koçberên hatine herêma me derketine.”
Bi berpirksiyarî rabin
Turk da xuyakirin, ku divê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi taybetî yên Kurd û Fîlîstînê werin çareserkirin û got, “Eger ev pirsgirêk çareser bibin, wê aştî pêk were û pirsgirêka koçberiyê jî ji holê rabe. Eger dewlet bixwazin dikarin pirsgirêka koçberiyê ji holê rakin. Welatên mîna Tirkiyeyê yên li ser rêgeha penaberan e, divê xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Rêya vê jî, çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi demokrasiyê ye.”
‘Hêzên devletê sivîlan qetil dikin’
Turk diyar kir ku li Rojhilata Navîn û li herêmê rewşeke gelekî cidî heye û anî ziman ku bi “qedexeya derketina derve” re li Mêrdîn, Amed û Şirnexê hêzên dewletê êrîşên giran dibin ser sivîlan û ji ber van êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
ANF/VIYANA