Daxuyaniyê de Fermandariya YPG’ê diyar dike ku yekîtiya gel Efrînê coş û moral daye hêzên wan û wiha dewam dike: "Em sipasiya xwe pêşkêşî herdû Eşîrên Imêrat û Bobenî yan dikin ku li hember êrîşan piştgiriya hêzên me kirin, yekîtiya gelê herêmê coş û hêz daye me. Em bi vê hêzê dikarin hemû êrîşên li ser herêmê têkbibin, gelê me yê Efrînê xwediyê wê hêzêye ku dikare rûmet û axa xwe biparêzê.”
'Tirkiyê û Sûriyeyê dinav êrîşan de heye'
Li ser êrîşên dawî de Fermandarî YPG’ê li hêzên li pişta vê komloyê de wiha got:"Ev êrîş kompliyeke mezine ji aliyê Tirkiyê ve hatiye birêve birin, bi alîkariya Lîwa El-Tewhîd, Lîwa El-Fetih, Bahoza Bakûr û Tabûr û Tûgayên girêdayî Exwan El- Muslimîn pêk hatiye. Di destê me de belge hene û em ê demek nêzde eşkere dikin ku Lîwa El-Tewhîd alîkarî ji Tirkiyê wergirtiye, Tirkiyê dixwaze bi rêya van hêzan tola xwe ji gelê Kurd bigre.”
Di dewama daxwiyaniyê de tê gotin:"Lîwa El-Tehwîd ji bo dorpêça li ser bajarên Nibil û Zehra yê bike û şerê li ser Helebê sivik bike, gelek pere ji rejîma Sûriyeyê girtine, dixwazin gelê Kurd jî bikşînin vê lîstokê".
'Ambargo vala yê'
Di derbarê dorpêça ku hin koman danîne ser herêma Efrînê di daxwiyanê de tê gotin:"Hinek tabûrên li derdora Efrîn, li Daret Iza û Ezazê, rêyên Efrînê birîne, ev kiryar ne tenê bandora xwe li Efrînê, her wiha li Ezaz û Daret Iza jî dike. Herêma Efrînê pêdiviyê wê bi van herêman tineye, berovajî wê pêdeviyê wan herêma wan bi Efrnê heye. Kes nikare bi dorpêç û ambargoyan viyana gelê me bişkîne."
Ji Ereban re sipasî
Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel ya Herema Efrîn û Helebê di daxwiyaniya xwe de, ji ber dilgermî û helwesta wan ya bi rumet sipasiya şêniyên herêma Enedan û Itmê jî kirin û wiha dirêjî bi daxuyaniya xwe anîn "em wek Yekîneyên Parastina Gel sipasiyên xwe pêşkêşî şêniyên Enedan Û Itmê, yên ku li aliyê birayên xwe yên Efrînê, li dijî vê lîstokê helwestke bi rumet nîşan dan, dikin".
Her weha di daxwiyaniyê de li ser helwestên hin Togayên ku nexwestin tevlî vê êrîşên li dijî gelê Kurd bibin. Hate destnîşan kirin ku di navan şoreşa Sûreyeyê de gelek hêzên bi rumet hene ku dixwazin rêya şoreşê ji lîstok û komployan biparêzin û naxwazin ku şoreş ji rêya xwe ya rast ber bi şerê navxweyî ve here.
Di dawiya daxwiyaniyê de tê gotin "Em di wê baweriyê de ne ku bi yekîtiya Kurd û Erebên Efrînê ev lîstok wê têkbiçe. Em jî wek YPG’ê bê cûdahê di navbera ol, nejad û partiyan de, hemû pêkhateyên herêmê Kurdî diparêzin.Em bang li hemû ciwanên herêma Efrînê dikin ku ji bo parastina herêmê, tevlî nava refên YPG bibin.”
ANHA/EFRÎN
Şervana YPJ’ê jiyana xwe ji dest da
Navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) eşkere kir ku yekemîn şervanê YPJ’ê Meryem Mihemed (Silav) di pevçûnên gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest da. Navenda ragihandinê YPJ’ê ragihand ku ji 5 kesên li gundê Basilê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê jiyana xwe ji dest dane yek ji wan endama YPJ’ê bû.
Meryem Mihemed (Silav) li gundê Elendara ya navçeya Reco ya Efrînê di sala 1991’an de ji dayîk bûye.
EFRÎN