Komploya navneteweyî çi armanc dikir bê guman ji bo bersivdayîna vê pirsê 16 sal in niqaş tên kirin. Bi hezaran gotar, lêkolîn, nivîs û pirtûk hatin nivîsandin. Lê ti analîz di xeta stûr û çarçoveyî de, nikarî mîna kû di parêznameya 5. a birêz Ocalan de heye, rewşê rave bike. Yên li ser komplo biaxifin û analîz bikin eger vê parêznameyê nexwendibin nikarin tenê birêzkirina agahî û nîşandana kironolojîya rojên komployê, rewşê rave bikin.
Bêguman dema bûyerên hundirîn û derveyî û bandora wan li ser Kurdistanê dibînin baştir vê rastîyê zelal dibe. Ji bo gelekî di qonaxa şoreş û avakirinê de ye, bi nêrîna min, xwendin û rast femkirina naveroka parêzname û pratîk kirinê li Kurdistanê tevahî û bersiva herî baş a li dijî komployê ye. Jixwe Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, di asta navneteweyî û neteweyî de dike ev e. Dewlet û hêzên navneteweyî weke NATO û hêzên tevlî komploya li dijî birêz Ocalan bûn, lê gelê Kurd, gelên dost û saziyên hevalbend in bi fikir û ramanên birêz Ocalan di 16. salvegera komployê de, bi 10 milyon û 328 hezar îmza û teslîmkirina van bi Konseya Ewrûpa helwêsta xwe nîşanî komployê dan û bi van îmzeyan gotin "heya Ocalan azad nebe û çareseriyeke mayinde pêk neyê wê komplo dewam bike".
Li Rojava şoreşek li holê heye û gel bi taybetî jin di hemû qadan de li ser bingeha ramanên Ocalan bûn hêz. Bi taybet li Surîye li cihekî kû Ocalan berî 16 salan neçar ma terk bike, bi van gavan komplo hat pûçkirin. Niha jî ji her demê zêdetir yekîtiya gelan li Rojava geş bûye.
Îro gelê Kurd ne kartek e di destê dewlet û hêzên navnetewî de, lê faktorêke sereke û bi bandor e li herêmê. Dizaynkirina Rojhilata Navîn jî di nav de, êdî li herêmê bêyî Kurdan siyaset nayê kirin. Bi taybetî bê PKK û bê birêz Ocalan siyaset nayê meşandin. Hêzên Komploger, di komployê de, bi tenê rola girtinê dane Tirkiyeyê. Lê îro, armanc û niyet çi dibe bila bibe, dewlet neçar maye ku bi birêz Ocalan re danûstandinê bike. Sîstema xweserîya demokratîk ku cewherê sîstema alternatîv û li hemberî sîstema kapîtalîst e, netewe-dewletan dihejîne. Netewe-dewlet xwe li ser piyan nagirin. Sempatî û sûdwergirina hêzên alternatîv yên cîhanê, ji ramanên Ocalan sûdê werdigirin. Li hemberî hêzên komploger jî, weke rêya çareseriyê tê dîtin û bûye nîşana serketina Tevgera Azadiyan.
Armanca hêzên komploger fetisadina gelên herêmê bû. Dihate xwestin gelan di nava xwînê de bifetisînin. Di destpêkê de dixwestin navberê gelê Kurd û Tirk de şerekî diwjar derbixin, pişt re ji nû ve dizaynkirina herêmê bikin pratîkê. Li gorî berjwendîyên xwe jî hevkariyan bikin. Dixwestin bê hêvîkirina gelan zêde bikin û sîstema alternatîv têk bibin. Armanceke din ew bû ku girêdana Kurd bi hêvî û bendewariya derve ve û şikandina hêza wan a cewherî têk bibin. Lê îro gelê Kurd ji her demê zêdetir bi xwe bawer e di alî serbazî û siyasî de bi hêz e.
A kû bi tezên birêz Ocalan hat pûçkirin, îro hewl dide ku bi destê hêzên maşe yên herêmî û navneteweyî bi destê DAIŞ´ê bê kirin. Hin îşaretên pir xeter tên dîtin û hewl tê dayîn kû gelê Kurd, vê carê li Îraqê bi hin eşîretên sunî û dema pêş de jî bi hin hêzên Şiî re bidin şerkirin. Heya niha bi destên hêzên dewlet û desthilatdaran dihat kirin, îro bi hin hêzên din tên kirin. Birêz Ocalan rê neda kû komplo di qonaxa berê de li Tirkye bigihê armanca xwe. Hin hêzên herêmê û navnetewî û Tirkye hewl dan ku, bi rêye DAIŞ´ê vê aramancên xwe li Kobanê bi dest bixin.
Lê li wir jî nikarîn, îro heman hewldan li Îraqê tên kirin. Bi riya çapemenî û ragihadineke bê berpirsiyarî, hin kesên bi agahî, an jî bê agahî bi rêya hin medyayên civakî, zemîna şerêkî etnîkî û olî amade dikin. Bi navê parastina Kurd û Kurdistanê netewperestiyê tev didin. Bûyerên gerandina Pêşmergeyên dîl, ji alî çeteyên DAIŞ´ê ve û xerabkirina cesedên çeteyên hatine kuştin, weke agahî tên weşandin. Ev nêrîn ji bilî kûrkirina krîzê, tiştekî din nake. Ne bi tenê di asta civakê de, lê biryara vekirina navenda serbazîya Emerîka li Hewlêrê jî îşareteke xeter e. Çima xeter?
Ji ber ku nîşana valatiya serbazî û siyasî di asta rêveberiya Başurê Kurdistanê de nîşan dide, ku ev plan bi salan e. Mirov dipirsê, çima ewqasî bi xwe bê bawerî? Gelo di demekê de ku ji bo berxwedanê bangewazî tên kirin, ev kar tê kirin. Eger bi rastî kongreya neteweyî bihata xurt û berfirehkirin, eger fermandariyeke hevpar a serbazî ji bo hêzên Kurdistanê bihata damezrandin, eger gelê Kurd, bi ruhê berxwedanê bihata perwerdekirin, eger civaka Kurd noqî pirsgirêkên rojane û dîrokî nehatiba kirin û nehatiba pasîf û bê bawerî nehata hiştin, gelo DAIŞ dikarîbû bibe hêzeke tehlûke ji bo gelê Kurd? Bersiv bêguman nexêr e.
Gelê Kurd, îro derveyî xweparastin û demokratîk-kirina sîstemê û yekîtiya hêzên Kurd ti rêyeke din nabîne, ji bo ku li hemberî DAIŞ´ê têbikoşe, hem di asta hundirê xwe de û hem di asta derve de, ev şertê sereke ye. Zihnîyetêke kû bi xwe ne bawer, bi doza neteweyî ne bawer, wer bawer bike ku rizgariya neteweyî her beşeke Kurdistanê têkilî bi beşên din re nîne, îro di rojeva gelê Kurd de quruşek nake. Bi tevdan û xerabkirinê, hîsên netewperestî û şerekî mal kavilkar mîna ku birêz Ocalan dibêjê, dewamîya komployê, îro gelê Kurd pêdivî wî bi xwe lihevrakişadina hundurîn û qehremaniya erzan nîne. Pêdiviya wî bi hevgirtina neteweyî û xûrtbûna hêzên xweparastinê heye. Pêdivî bi rêxistin û hevgirtina hêzên pêşmerge , gerîla û şervanan heye. Ne bi axaftinên ku kîjan hêz sinorên wî heya ku derê ye. Dema partîyeke paşnavê Kurdistanê li xwe kiribe, çi sînorêk ji bo têkoşîna mirovê Kurd li hemberê dijmin namînê, mêjîyekî ku vê rastîyê fêm nake cihê wê sergoyê dîrokê ye. Tevî kû tê zanîn, di dek û dolaban de ev hêz sînoran nas nakin.