Koordînasyona KJK’ê komploya 15’ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku ew ê wê ti carî qebûl nekin. KJK’ê ji bo Ocalan got, “Dostê rasteqîn ê jinê.”
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 21’ê ya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komplo bi biryar û operasyona serkêşê sîstema hegemonîk DYE, hevkarê wê yê stratejîk Îsraîl û NATO’yê hate kirin.
KJK’ê komploya navdewletî ya li derveyî mirovahiyê bi hêrs şermezar kir û şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikinʼ çalakî li dijî komployê û tecrîda Îmraliyê pêk anîn, bi rêz û minet bi bîr anî.
Zirhêzan komplo kir
Koordînasyona KJK’ê diyar kir, ev komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hatî kirin komploya herî xayin a sedsala 20’an e, û ragihand, “Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jin û gelên cîhanê hemûyan roja reş e. Sîstema çarmixê ya Îmraliyê, sîstema hegemonîk e ku lîderekî azadîparêz, demokrasî û wekhevîparêz ê Rojhilata Navîn çarmix bike û ji bo qedandina wî weke komployekê hatiye amadekirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rêberê me bi sekna xwe ya îdeolojîk, polîtîk û jiyanê, mirovê azad ê Rojhilata Navîn temsîl dikir. Ti carî qebûl nekir ku bikeve kontrola hêzên hegemonîk. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin dixebitî ku li xaka Rojhilata Navîn mirovên azad, jin û mêr ên azad, jiyana azad biafirîne. Hebûn û têkoşîna Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn hesabê DYE, Îsraîl, Îngilistan û hêzên sîstemê yên hegemonîk ên mîna wan dixwestin li Mezopotamyayê û tevahiya cîhanê pêk bînin xera dikir.”
Ji bo jinan komplo girantir e
KJK’ê qala wateya komploya navneteweyî ji bo jinan dike û dibêje, “Nêzîkatiya Rêberê me li azadiya jinê hîn jî ji bo me mijareke stratejîk e ku pêwîstî bi fêhmkirin û nîqaşkirina wê heye. Ji ber ku em ji dîroka xwe zanin ku mijarên herî zêde ji aliyê serdestan ve hatine nixumandin û ji rastiyê hatine dûrxistin, mijarên li ser azadiya jinê ne.
Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de bi asteke bilind karê azadiya jinê nirxand, bi pêş ve bir. Utopyaya şoreşên jinê yên bi heybet hîn di destpêka salên 1990’î de nirxand. Got, ‘Şertê sereke yê şoreşgeriyê nêzîkatiya rast a li azadiya jinê ye.”
Komplo li dijî ruhê jinê ye
Ji aliyê dîroka azadiya jinên cîhanê tevkariya Rêberê me ya li têkoşîna azadiya jinê her roj bêhtir tê fêhmkirin û ji ber vê yekê hezkirin, hurmet û dilsoziya jinên cîhanê ya li wî her roj zêdetir dibe. Rêber Abdullah Ocalan hevrêyê rasteqîn ê jinê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava ku niha ji bo cîhanê hemûyî bûye çavkaniya sûdwergirtinê, yek ji berhemên Rêberê me ye.
Ji ber vê yekê em komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê me hate kirin di heman demê de weke komploya herî mezin a li dijî jinan, li dijî dîroka azadiya jinê dibînin. Bi komploya li dijî Rêberê me xwestin ku derbeke mezin li daxwazên azadiyê yên jinê bixin, derbê li lêgerînên jiyana azad ên jinê bixin û jinê bi koletiyê mehkûm bikin.”
Em komployê ti carî qebûl nakin
Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir, ew vê komploya li dijî rêberê wan ê azadiyê hatiye kirin ti carî qebûl nakin û diyar kir, “Em heta dîwarên Îmraliyê hilweşînin, em ê têkoşîna azadkirina rêberê xwe bi biryardarî bidomînin. Bi dirûşma ‘Azadiya Rêberê me azadiya jinan e’ li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me, li dijî kuştina jinê û hewldanên tineknirina destketiyên jinê, em ê têkoşîna xwe li her qadê bimeşînin. Em ê berxwedanê mezin bikin.” Bi coşa ruhekî fedayî em ê ji bo azadiya Rêberê xwe, jinan, gelê xwe û gelên xwe bixebitin.”
Di dawiya daxuyaniyê de her wiha bang li her kesî hate kirin ku di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî de jiyana azad ava bikin, çalakiyên ji bo azadiya rêbertî xurt bikin û her bajar, tax, kolan, gund, mal, kargeh, zindan, çiya her qadê veguherînin qadên berxwedan û azadiyê.
NAVENDA NÛÇEYAN