Herwisa di serî de Partiya Karkerên Kurdistanê PKK û bi giştî sazî û dezgehên neteweyî yên Kurd bi peyamên xwe komplo şermezar kirinabanga xurtkirina têkoşînê û kombûna li dor Ocalan kirin.

PKK: Berxwedaneke bêhempa ye
PKK: PKK’ê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gel kir ku li Ocalan xwedî derkevin û li hemû qadan komployê şermezar bikin.

Bi boneya 13’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komplo bi tundî hate şermezarkirin û ev yek hate zimên:

“Em komploya roja 9’ê Cotmehê ku ji bo Gelê Kurdistanê û mirovên pêşketî reş e bi nefret, kîn û hîdet şermezar dikin. Em heval û hogirên ku ev komlo derxistine valahiyê, di serî de hevalên ku agir bi bedenên xwe xistine û hemû rêhevalên bi giyanekî fedayî tevgeriyane bi bîr tînin, li hember vîna wan a mezin bi rêzdarî bejna xwe diçimînin. Em serok Apo bi hezkirin û bêrîkirin bi bîr tînin. Em berxwedana 13 salan bêhempa ya gelê xwe jî pîroz dikin.


Komploya navneteweyî ku DYA- ÎsraÎl û gelek dewletên ku li gorî berjewendiyên xwe di nava komployê de cî girtine, di serî de baskê Gladyoyê yê NATO’yê, armanca sereke ya vê komploya li dijî mafê mirovan ên gerdûnî ew bû ku gelê Kurd û Tirk bera ber hev de. Serok Apo digel hemû şert û mercên neyînî, 13 salan di hucreyeke yek kesî de bi awayekî bêhempa li ber xwe daye. Serok Apo bi awayekî fizîkî dîl hatibe girtin jî mejî, giyan û fikrên wî dîl nehatine girtin.

Di sala 14’emîn a komployê de em dîsa bi êrîşek piralî û berfireh re rû bi rû ne. Her çiqas di rû de wekî ku tevgera azadiyê û milîtanên wê di hedefê de werin nîşandan jî di rastiya xwe de hemû destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd di hedefê de ne. 




KNK: Emê gava duyemîn jî vala derxînin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 9’ê cotmehê şermezar kir

KNK’ê diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe li dijî gelê kurd lîstik, dek û dolab tên meşandin û di şexsê Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan de tê xwestin gava duyemîn ya komployê bixin pratîkê.

KNK’ê destnîşan kir ku piştî şerê 40 salan Tevgera Azadiya Kurdan û Serokatiya Tevgera Azadiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn wek sembol û pêşengên azadî demokrasiya gelan derketiye pêş. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Lewma duyemîn komploya navneteweyî, bi tecrîda giran ya li ser birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û weke qirkirina siyasî û ekserî li tevahiya Kurdistanê dijwar kirin. Tê xwestin ku qedera destpêka sedsala bîstan, di destpêka sedsala bîstûyekê de jî bikin meriyetê û nîrê bêstatuyê li ser stuwê gelê kurd deynin. Lê gelê Kurd, di şerê 40 salî de ev nîr şikand û da xuya kirin û tu hêz wê niakribin nîrê koletiyê qebul nake.”

KNK’ê bibîrxist ku du meh û nîv in agahî ji Ocalan nayê û wiha hate gotin: “Li hemberî dijberiya giştî ya gelê kurd û serlêdanên mafdar yên hiquqî û insanî desthiladariya bextreş ya AKP’ê bi kiryarên faşîzan astengiya xwe didomîne. Belkêş e ku hêzên global yên têkildarî pirsgirêka kurd, sazî û dezgehên demokratîk û mafên mirovan yên cîhanê jî, i hemberî kiryarên faşîzan yên AKP’ê, lîstika sê meymunan dilîzin. Êdî eşkere bûye ku, kiryarên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên cîhanî, gava duyemîn ya Komploya Navneteweyî ye.” 


KJB:Ev polîtîka hatiye pûçkirin

 Koma Jinên Bilind (KJB) jî bi daxuyaniyeke nivîskî 13’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. 

KJB’ê di daxuyaniyê de KJB’ê bal kîşand ser komployê û wiha got: “Li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmehê sala 1998’an de Komploya Navnetewî bi destê hêzên sîstema kapîtalîst pêk hat. Sîstema kapîtalîst di şexsê rêbertiya me de daxwaz dikir ku mafê têkoşîna azadiyê têk bibin û li ser vê esasî rêbertî kir hedef. Ji ber vê yekê pêşengên sîstema kapîtalîst ên mîna Amerîka, Îngîlistan û Îsraîl di destpêka komployê de rol leyîstine. Êrîşa ku li hember rêbertiya me pêk hatî tê wateya êrîşa li hember gelê kurd, gelê herêmê û vîna jina azad. Di serî de komploya 9’ê Cotmehê li hemberî vîna jina azad hatiye kirin.” 

Tecrîda li ser Ocalan 

KJB di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku di 13’emîn salvegera Komploya Navnetewî de tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye giran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN