
Rêxistina Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk a bajarê Hesekê têkildar salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan daxuyaniyek da.Endamê tevgerê Amne Ehmed El- Hemîd daxuyanî xwend û diyar kir ku ew komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nalet dikin û welatên ku destên wan di komloyê de heye hatin şermezar dikin.Ciwanan di daxuyaniyê de gotin ku armanca komplogeran bêdengkirina fikira azad e û wiha pê de çûn: “Em hêzên komploger, di serî dewleta Tirk a faşist hişyar dikin. Em ji wan re dibêjin ku gelê me Rêber Ocalan û fikirê wî diparêze.”
‘Emê tekoşîna xwe mezin bikin’
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hêzên komploger dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê têk bibin û hate bibîrxistin ku hêzên komploger dixwazin destkeftiyên ku bi saya fikra Netewa Demokratîk a Rêberê Netewî pêk hatiye tune bikin.
Ciwanan anîn ziman ku ew wekî hêza ciwanan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ji ji bo avakirna Netewa Demokratîk wê bi hemû hêza xwe têbikoşin û gotin: ʺEmê ji bo têkbirina komploya navdewletî û azadiya Rêberê xwe tekoşînê mezin bikin.ʺ
HESEKÊ