Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey ji bo êrîşên komên çete DAIŞ ên li ser kantona Kobanê û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê protesto bikin di civînekê de hatin cem hev. Civîna ku îro dane sibê li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Agirî hat lidarxistin ji bo cangoriyên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir.

Di cîvînê de Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Agirî Feyzo Huseyîn axivî û got: “Komploya navneteweyî ya bi hevkariya dewletên navneteweyî ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an destpê kir îro li Kobanê berdewam dike. Ev komploya ku di bingeha xwe de tunekirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc bi hemû hêza xwe dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne. Çawa ku Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya di Girava Îmrali de komplo vala derxist û nehişt bigihêje armanca xwe îro li Kobanê keç û xortên Kurdan jî bi berxwedana xwe vê komployê vala derdixin. Her wiha serhildanên ku li hemû Kurdistanê jî belav bûne tê wateya ku êdî ev komplo ji aliyê hemû Kurdan ve hatiye fêmkirin û hatiye zanîn.”

ADÎGEY