Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 16 salan li dû xwe hîşt. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî, di sala 2008’an de ji bo komployê di qada navneteweyî de mehkûm bike û “hiqûqa korsan” a di şexsê Ocalan de li gelê Kurd tê ferz kirin teşhîr bike, derbarê Yewnenîstanê de ku yek ji aktorên bingehîn ya pêvajoya komployê ye, doz vekiribû. Rûniştina yekem a vê dozê di 9’ê Mijdarê de li Dadgeha Îdarî ya Dereca Yekem a Atînayê dê were dîtin. Taybetiya vê dozê ew e ku derbarê komployê de doza yekem e. Ji bo vê dozê, parêzerên Ocalan bi şahidên demê yên Yewnenîstanê, siyasetmedar, hiqûqnas û rojnamevanan re hevdîtinan dike. Her wiha parêzerên Ocalan derbarê dozê de di 4’ê Mijdarê de li gel xwarziya Ocalan, Dîlek Ocalan li Baroya Atînayê daxuyaniyek çapemeniyê lidardixe. 


‘Armanc teşhîrkirina komployê ye’

Her çiqas daxwaza dozê îdarî ye û daxwaza tazmînatê dike jî armanca bingehîn ya dozê komployê ji aliyê hiqûqî ve zelal kirin, derxistina rola Yewnenîstanê ya di komployê de û teşhîrkirina komployê ye. Dê ji Baroya Atînayê Yannis Rachiotis, li ser navê Ocalan tevlî dozê bibe. Parêzerên Buroya Sedsalê ya Asrin jî bi reya Rachiotis, îfadeyên şahidên demê pêşkeşî dadgehê dike. Parêzer dê di dozê de bi delîlan nîşan bidin ku çawa daxwaza îltîcayê ya Ocalan neketiye meriyetê û ji axa Yewnenîstanê hatiye derxistin û çawa Yewnenîstan li gor hiqûqa penaberan tevnegeriyaye.

Ji parêzerên Ocalan Ebru Gunay jî derbarê dozê de wiha axivî: Ev doza lêgerîna maf e. Armanca me ya bingehîn ew e ku em hiqûqa desthilatdar a li ser berjewendiyan têşe girtiye û di şexsê Ocalan de derketiye holê teşhîr bikin.”


Gelek parêzer wê tevlî dozê bibin

Ji gelek rêxistinên hiqûqê parêzer  wê piştgiriya dozê bikin. Eger dadgeh pêkanînên derhiqûqî tespît bike û Yewnenîstanê mehkûmê tazmînatê bike, dê ev tazmînat ji ber qeyrana aborî ya Yewnenîstanê li saziyek civakî were bexşkirin. Parêzerên Ocalan ji bo vê mijarê jî ev nirxandin kirin: “Ev ne jest e. Ev berpirsyariyek xwezayî ya dostaniya qedîm a Ocalan û gelê Kurd ya bi gelê Yewnenîstanê ye.”


‘Di şertên tecrîdê de parastin ne gengaz e’

Tevî ku Ocalan aktorê esasî ya dozê ye jî, ji ber şertên giran ên tecrîdê nikare rasterast bi nêrînên xwe tevlî dozê bibe. Ocalan ev 4 sal in ku bi parêzerên xwe re hevdîtin nake, ji 5’ê Nîsanê pê ve jî ji ber biryara şer a AKP’ê di bin tecrîda girankirî de ye û bi tu kesî re hevdîtin nikare bike. Parêzerên Ocalan jî hewl dan ku bi reya nameyan xwe bigihînin wî. Ocalan jî di nameya xwe ya ku di 14’ê Cotmehê de gihişt destê parêzeran ev peyam şand: “Di nav şertên tecrîdê yên teqez de ne gengaz e ku ez parastinek baş bikim. Parêzerên min dikarin parastina min a Atînayê li ber çav bigirin, ji parastin û nirxandinên min ên cûda jî sûd wergirin û pêşkeşkirinek xurt were kirin.” 


 DÎHA/STENBOL