Piştî meşa protestoyî cihê hatî diyarkirin, daxuyaniya çapemeniyê ya kû ji aliyê RJAK û Hemwelatiyên Azad ve hatibû amedekirin ji aliyê endamê meclîsa Hemwelatiyên Azad Şêx Mihemed Best ve hate xwendin.
Di dawiya daxuyaniyê de qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate şermezar kirin û ji dewleta Fransa û Tirkiyê hate xwestin hêzên têkildarî bûyerê di demek ji ya din zûtir de werin zelal kirin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê meş bi avêtina siloganan bidawî bû.
DîHA/SILEMÊMANÎ