Dibin navê sazkariya dengeyên herêmê de, aşîtî û demokrasiya herêmê careke din kete bin metirsîniyek mezin. Îhtîrasên siyasî û nijadperestî, berî hêvî û daxwazên aştî û demokrasiyê ketin nava hewldanan. Li hemberî tofan û felaketên têne serê gelên li Sûriyeyê, cîhan bêdneg e. Çavkaniyên şer jî, spekulasyonan dikin, hêzên çete û paramilîter amade dikin û li dijî gelên Sûriyeyê, herî zêde li dijî gelê Kurd tofanê dibarînin.

Ev navê despotîzma 'komploya şer' e û di bêbextiya li hemberî siyasetmedarê Kurd Îsa Hiso de, xwe aşkere kir.
Gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê, pengavek dîrokî avêt û “şoreşa gel” da dest pê kirin. Em, vê pengava dîrokî, bi navê Şoreşa Rojava binav dikin û dibêjin: Kurdên Rojava, “şoreşa gelan” wek xelat radestî mirovahiyê dikin. Ji ber ku Şoreşa Rojava, sîstema xwe jî bi xwe re sazkar dike,  di çarçoveyek enternasyonalî de, bi azmuneya rêxistinî, bi rêvebiriyên gelên din re dikevê pratîkê.
Ev naqosa mirina statukoparêz û nijadperestên dagirker e.
Lewma, em, suîqesta bêbextî ya li hemberî Îsa Hiso, di çarçoveya “komploya şer” de,   bi nav dikin û piştî têkbirina hêzên çete û paramilîter;  piştî civîna hêzên Kurd li Hewlêrê; piştî vexwendina Hevserokê PYDê Salih Muslum ya Tirkiyê kete rojevê. Bêguman plan ji mêj ve hatiye amadekirin. Hêzên dagirker, her dem, planên A, B, C, yan jî planê 1, 2, 3 amade dikin û di destên xwe de hazir digirin.  
Êrîşa bêbextî ya li dijî Îsa Hıso jî, demeke dirêj e ku hatiye amade kirin. Ev êrîş ne karê hêzên çete û paramilîter e. Hesab û hêza çeteyên paramilîter, biqasî bihayê ku axa, şêx, beg û patronên siyasî  bi wan didin e. Lewma êrîşa li dijî siyasetmedarê Kurd Îsa Hiso,  li ser hesabekî kûrtir, berfirehtir, dijwartir  hatiye rûnandin. Dema ku ala gelê Kurdên Rojava, li Serêkaniyê hate balivandin, dilê hêzên dagirker û hêzên bazirgan hate daxdan. Hingî dibin pêşengiya Tirkiyê de, 40-50 serokçeteyên hêzên paramilîter li Dilokê hatin komkirin. Di nava serokçeteyan de, hêzên ku ji aliyê YE û Emerîka ve weke terorîst hatine qebûl kirin jî hebûn. Lê kesî dengê xwe nekir.
Ji ber ku di “komploya şer” de, hevkarî heye, hesabê van hevkaran teva jî, di çarçoveya “hinterland” de ye. Ji bo van hêzan, xaka Kurdistanê û   Kurd, hinterland e.
Ev hêzên hevpar, ji aliyekî ve  sîstema kevin,  bi kirêtî, rezîlî û gemariya wê ve diparêzin, ji aliyê din ve hawarîtiya sexte ya demokrasî, sextekariya siyasî, bi gotinên demagojîk dikine pratîkê. Li tu welatan, li tu cih û warên cîhanê, gel şer naxwazin. Gel, şer weke netewparêzî nabîne. Gel, şer ADÎL nabîne. Lê dema ku hêzên bazirgan destdirêjî kirin, êdî her cûre çek derdikevine holê, her cûre kuştin, koçberî, wêranî û neyartî derdikeve holê.  Bi vê mebestê, her gel, şer, weke serdestiya xanedanî û hukumraniyek nîjadî dibîne. Her gel, baş dizane ku şer, tucaran demokrasî, aştî, edalet û wekheviyê  nayîne. Bêguman hewn û hişê gelan, ji ezberê siyasetmedar û generalan gelekî baştir e.  Mînaka wê jî şerê li Sûriyeyê ye. Kîjan hêzên çete û paramilîter, kîjan komên di nava opozisyonê de, kîjan general û rêvebirên rejîma Baasê dikare bêje ku, ew ji bo demokrasî, ji bo aşîtiya gelan, ji bo demokrasiya li Sûriyeyê şer dikin?
Tirkiya ku li Iraqê axa û şêxên eşîrên ereban li Stembolê dianîne cem hev, îro li Sûriyeyê, hem hêzên çete û paramilîter xwedî dike, hem axa û şêxên eşîrên ereban derdixe pêş. Hêzên global, mîna salên 1945an, li Sûriyeyê, hawarîtiya sexte ya demokrasî, sextekariya siyasî, bi gotinên demagojîk dikine pratîkê. Lê gleê Kurd, ne yê salên 1945'an e.  
Mixbain hêêzn global, girtina sivîlan, kuştina sivîlan, êşkenceya li jinan û zarokên Kurd nabînin. Li demokrasiya dirû û bukelemunî a Tikriyê binêrin: Li Misirê demokrat e, li Xazzê aştîxwaz e, li Bakurê Kurdistanê kujer e, li Rojavayê Kurdistanê çete ye, li Başûrê Kurdistanê komploger e...  Tirkiye ku, li hemberî Kurdên Bakur komkujî pêkanîne, çekên kimyewî bikaranîne, tecrîda wek sucê mirovahiyê bi salan  dike pratîkê, roojnamevanan digire, şaredaran, parlamenteran, siyasetmedaran, zarokan digire, lê vijdanê raya giştî ya cîhanê na jenê û na tevize.  Îcaaar, em bêjin ku, “komploya şer”, li dijî Şoreşa Rojava ketiye nava tevgerê. Di hedefa vê komploya ku sînoran nasnakê de, tevahiya gelê Kurd heye. Di şexsê Şoreşa Rojava de, tê xwestin ku tevahiya destketiyên gelê Kurd  têk bibin. Şerê li Sûriyeyê, îro ketiye qonaxek nû û hêdî hêdî ber bi xwekuştina gelên li herêmê ve diçe.  Divê Kurd, siyasetmedarên Kurd, medya Kurd, entelektuelên Kurd, gundiyên Kurd, bajariyên Kurd şiyar bin. Erê, vexwendina Salih Muslum ya Tirkiyê, erêkirina îrade û statuya Şoreşa Rojava ye;  lê, êrîşa bêbextî ya li dijî Îsa Hiso jî, berdewama “komploya şer” e.
Seferberiya ku ji aliyê YPG'ê ve hate îlan kirin, KCKê, TEV-DEM'ê piştgirî  dan, di cihê xwe de ye. Pêwiste her sazî, her partî, her mirovê Kurd, di vê seferberiyê de bi dilsozî cih bigire.
Eger gelê Kurd, “koploya şer” berteref bike û Şoreşa Rojava biparêze, mîna berî deh hezar sal, car din wê bibe derguşa nirxên mirovahiyê, wê bibe çavkaniya xelatgîriya pîroziyên jiyana bi rûmet.