Li Stockholmê dawiya hefteya bihurî, bi mebesta amadekariya Konferansa Yekîtiya Neteweyî, Komxebata Rojhilat hat lidarxistin. Komxebatê encamnameya xwe bi daxuyaniyekê weşand. 

Di roja duyemîn a komxebatê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî roja yekşemê li ser qewmînên li Rojhilatê Kurdistanê rawestiyan, û rewşa Kurdan û gelên din ên li Rojhilat nîqaş kirin.

Delegeyan diyar kir ku kêşeyên li Rojhilat girêdayî kêşeyên parçeyên din e û divê bi perspektîfeke yekgirtî li ser meseleyan were sekinandin.

Delegeyan bal kişand ser mînaka Rojava û diyar kir ku gelên cihê bi hev re dijîn û ev tişt ji parçeyên din ên Kurdistanê re dibin mînak.


Xebatên Yekîtiya Netewî heyatî ne

Serokê kevn ê PJAK’ê Haci Ehmedî diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî û rêxistin bi hev re tevbigerin û divê Kongreya Yekîtiyê were lidarxistin. Ehmedî got, divê rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên li Kurdistanê jî beşdarî xebatên Yekîtiya Neteweyî bibin.

Piştî bidawîbûna komxebatê beşdaran fikrên xwe parve kir. Ferhad Şabanî (Partiya Komunîst a Îranê-Komala):  Me xebateke baş kir. Nîqaşên partî û ronakbîrên ji Rojhilat gelekî baş bû. Ev gava pêşîn a yekîtiyê ye. Me hedef û rêgezên xwe diyar kirin, di demên pêş de em ê eşkere bikin.

Hîwa Gulmohamadî (Rojnamevan): Komxebat demokratîk bû û hemû beşdar tevlî nîqaşan bûn. Ya herî girîng jî me pêwistiya ku divê rêxistinên li Rojhilat werin ba hev, diyar kir.


Avakirina mekanîzmaya hevbeş

Saîmand Moûînî (Serokê PJAK’ê): Beşdarî gelekî baş bû. Armanca me ev bû ku em rewşa Rojhilatê Kurdistanê û kêşeyan binirxînin.

Me avakirina mekanîzmaya hevpar nîqaş kir. Bi kêmanî di navbera rêxistinan de pêvajoyeke diyalogê dest pê kir. Me hewl da em hevdu fêm bikin. Me encamnameyeke ku ji 22 xalan pêk tê pesend kir. Ji bo pratîzekirina vê çi dikeve ser milê me, em ê pêk bînin.


Ji bilî sê partiyan hemûyên din amade bûn

Zubeyîr Aydar (Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê): Beşdariyeke zêde hebû. Em li bendê bûn ku 150 kes ji partî û rêxistinan beşdar bibin. Beşdarî li ser texmînên me re bû. Ji xeynî 3 rêxistin û partiyan hemû partî beşdar bûn. Di komxebatê de ti kêşe nebû. Her kes ji komxebatê razî bû.

Me komîteyek ava kir. Wê biryarên me pratîze bike. Rojhilat di warê rêxistinî û yekîtiyê de wekî parçeyên din e. Li vê derê kêşe zêdetir e. Ji ber vê jî ev gav ji bo Rojhilat gelekî baş bû.


Hêviya ku PDK dijminê xwe nas bike

Komxebata yekemîn li Silêmaniyê hatibû kirin, ev jî li ser Rojhilat bû. Di 1-2 Cotmehê de li Rojava û di 13-14’ê Cotmehê de jî wê li Hollandayê komxebat werin lidarxistin. Piştre jî em ê komxebata mezin pêk bînin û li wê derê kongreya neteweyî nîqaş bikin. Me dixwest PDK beşdar bibe lê ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re beşdar nebû. Lê ev bû çend roj Tirkiye PDK’ê tehdîd dike. Hêvîdar im PDK vê rewşê bibîne û fêm bike ku dostaniya Kurdistaniyan ji ya dagirkeran bi qîmettir e. Em dixwazin PDK jî tê de, hemû partî û rêxistin beşdarî van komxebatan bibin.”


  ANF/STOCKHOLM