Hevserokên KON-MED´ê bi berdevkên hukumeta Eyaleta Almanya/Tühringenê re hevdîtin çêkirin. Roja berî beşdarbûna hilbijartina eyaleta Tuhringenê, hevserokên KON-MED‘ê (Konfederasyona Civakên Kurdistanîyên li Almanya) Tahir Köçer û Leyla Acar, bi partîya DİE LİNKE re rûniştin. Di hevdîtinan de;  hevserokan serketina di hilbijartinê pîroz kirin û 2 dosya dan wan, yek der barê dagirkina Rojava, ya din jî der barê lîsteya penaberên Kurd li Almanyayê de ku ketine destê MîTa Tirk de ye. Di rojên bê de çav li rê ye hukumeta ku bi pêşengîya Partîya çep bê avakirin, wê van dosyan di parlementoya eyaletê de niqaş bike.