Li gelek welatên Ewrûpa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan. Di konan de li ser tecrîde li ser Ocalan û komkujiyên dewleta Tirk belavok hatin belevkirin û raya giştî li ser vê mijarê hat agahdarkirin. 

Li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya Konê Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rojan e bi beşdariya bi sedan kesî dewam dike. Di çalakiyê de belavok tên belavkirin, axaftin tên kirin. Ji saet 12.00 heta 20.00´an bênavber raya giştî li ser tecrîdkirina Ocalan û komkujiyên li bakurê Kurdistanê tê agahdarkirin.

Di çaçoveya piştevaniyê de vê dawiya hefteyê heyeta KJA´yî ya ku ji bo hevdîtinên dîplomatîk li Elmanyayê jî çû serdana çalakiya konvedanê. Di nava heyetê de parlemanter Besîme Konca, Leyla Birlik, Tugba Hezel û parlemantera berê ya HDP´ê Ayla Akat Ata jî cihê xwe digirin û di çalakiyê de xitabî çalakgeran kirin.

Rêveberên çalaiyê dan xuyakirin ku çalakî ji bo deh rojan e, dê heta roja pêncçembê dewam bike. Roja dawî jî dê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin. Herwisa rêveberan banga tevlibûnê li gel kir. 


Çalakî li seranserê Ewrûpayê 

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanyayê Munîxê, li bajarê Franseyê Marsîlyayê û li paytexta Awusturyayê Viyanayê çalakî hatin lidarxistin.

Konê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Awusturya Viyanayê hat vedan, di roja 6´an de ye. Çalakî her roj saet ji 12´an û pê ve tê lidarxistin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Viyanayê, banga destekkirina çalakiyê kir. Çalakî her roj saet di navbera 12:00-20:00´an de li Neûubaugasse ya li Mariahilferstrasse tê lidarxistin.


Ji Marsîlya heta bi Munîxê

Li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî bi pêşengiya NCDK û Meclîsa TEV-ÇAND’ê dezgeheke agahdarkirinê hat danîn. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û endamên Meclîsa TEV-ÇAND’ê hunera xwe pêşkêş kirin. 

Li bajarê Elmanya Munîxê, NCDK, ev pênc roj in ku konê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedaye. Di çalakiya dawiya hefteyê de gelek belavok hatin belavkirin. Çalakî di navbera rojên Duşem-Pênşemê saet di navbera 16:00-19:00 jî de dewam dike. Komîteya amadekar banga tevlîbûnê li her kesî kir. 



 NAVENDA NÛÇEYAN






Li Awûstralyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan


Li Awûsturalyayê Kurdan li bajarên Melboûrne û Sydneyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan û nobet girtin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Sydneyê çalakiya li vir li Meydana Şaredariyê organîze kir. Awûstralyayiyan jî elaqeyeke mezin nîşanî çalakiyê da. Tevî rêveberên NAV-KURD’ê, nûnerên KNK’ê, endamên NCDK û dostên Kurd ên Awûstralyayî jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.


Li Melbourneê çalakiya girseyî

Li bajarê Melbourne jî NCDK´a Vîctorîa, ji bo du rojan kon veda. Çalakî pêr bi xwepêşandaneke girseyî qediya. Tevî nûnerên saziyên Kurdan, gelek dostên Awûstralyayî jî tevlî çalakiya li meydana li pêşberî Pirtûkxaneya Dewletê bûn. Di çalakiya rojên În û Şemiyê de, li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. 


‘Tirkiyeyê boykot bikin


Kampanyaya boykotkirin tûrîzma Tirkiyeyê li seranserê Ewrûpayê dewam dike. Vê dawiya hefteyê li paytexta Îtalyayê Romayê jî terora dewleta Tirk hat şermezarkirin û doza boykotkirina Tirkiyeyê hatkirin. Çalakgeran wêneyên terora dewletê nîşan didan li pêşiya sefareta tirkiyeyê ya li Romayê hilgirtin û destegula reş ji bo protestoyê li ber deriyê sefaretê danîn. 


 ROMA