Li Konbajarê Arîn Mîrkan ê ku ji bo welatiyên ji Kobanê hatin li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 488 malbat di 440 konan de dimînin. Li vir konê çand û hunerê hate vedan. Kon ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ve hate danîn û navê wî jî Delîla ye. Dê li konê çandê perwerdehiya şano, folklor, tembûr, erbane û li ser huner helbestvaniyê bê dayîn. Di konê de herî zêde ji bo zarokên şer li wan tesîr kirîbi armanca terapiyê ders bên dayîn. Li konê çandê niha 75 xwendekar di beşên cuda de perwerdehiyê dibînin. Ji bo xebatên çand û hunerê jî heta niha nêzî 150 xwendekaran qeydên xwe çêkirin. Tê gotin ku ji her qadê re dê her roj du seat ders bê dayîn.
Lîstîka yekemîn hate pêşandan
Yekemîn berhema konê çandê skeça bi navê "Bes e min penaberî" hate pêşandan. Koma ji 12 zarok û ciwanên Kobanê yên temenê wan 6 û 20 salî pêk tê skeca bi mijara êrîşên li dijî Kobanê pêşanda. Evîn Xelîl (17) a ku di skeçê de di rola dayîkê de cih digire diyar kir ku di xebatan de gelek keyfxweş bû. Xelîl, balkişand ser girîngiya rola çand û hunerê û anî ziman ku piştî Kobanê azad bû tiştê hînbûn dê li ser axa xwe ji gelê xwe re pêşkêş bikin.
RIHA/RIHA