Li Konolina ya li Junges Museum Zinnet Peken zarokatiya xwe û koçeriya xwe û ya gelek miletên din ji zarokan re wê vebêje. Zinnet Peken bi lîstik, çîrok, efsane û muzîkê behsa jiyana koçeran dike.

Junges Museum (Muzeya Ciwan) li bajarê Elmanyayê Frankfurtê ye, û di dema betlaneya dibistanê ya zivistanê debernameyek ji bo zarokên ji 5 salan mezintir re amade kiriye. Çîrokbêj Zinnet Peken û konê wê yê bi navê “Konolino Zelt” di nava muzeyê de mêvanên xwe yên piçûk dihewînin. Zinnet Peken behsa çandên koçeran ên cihê dike. Hunges Museum berê weke Kinder Museum (Muzeya Zarokan) dihat binavkirin û par hem cihê xwe û hem jî navê xwe guhert. Lê xwe ji zarokan qut nekir û pedagokeke ji Kurdistanê lê konê xwe veda.

Bi lîstik, çîro û muzîkê

Di nava saetek û nîvê de, her tişt li ser jiyana koçeran e; lê ne tenê li cihekê lê li gelek deverên dinyayê. Bi xêra dîrok û çîrokan Zinnet Peken ji zarokan re çanda miletên koçer vedibêje. Ew fêr dibin ka jiyana koçeran çawa ye û çawa bûye, ka karên wan ên rojane çi ne, cejnên wan û tiştên din ên çanda wan çi ne.

Ji bo bi xwe jî hinekî xwe di nava meseleyê de bibînin zarok, nanê xwe dipijînin û bi hev re dixwin. Wekî din xişirên bextxweşker jî tên çêkirin ku wê paşê jî li bîra zarokan bimîne. Jiyana koçeran bi lîstikê tê ravekirin, û bi çîrok, efsane û muzîkê jî rengên wê tên raçavkirin.

Zarokatiya wê bû projeya wê

Zinnet Peken bi xwe ji malbateke ji Bakurê Kurdistanê ye û malbata wê malbateke Ermenî-Kurd e. Malbata wê nîv damanî û nîv koçer bûye, ango tevî ku gundê wan hebû jî havînan diçûn zozanan. Zarokatiya Zinnet Pekenê jî li nava vê malbatê derbas bûye. Zinnet Peken çîrokbêj, koreograf, derhînera şano û pedagog e.  

Jê nemînin

Axir konê Zinnetê “Konolina Nomadenzelt” li Junges Museum li xelkê vekiriye. Bernameya qebûla koman wiha ye:

Ji 8 heta 11´ê Çile ji saet 10´an heta 11:30´î û ji 13´an heta 14:30´î; Herçî 8 û 9´ê Çile ye, ji saet 15´an heta 16:30´î jî zarokan dihewîne.

Bernameya qebûla ferdan jî wiha ye:

Ji 10 û11´ê Çile ji saet 15´an heta 16.30´î.

Her carê bername saetek û nîvê dewam dike. Li kon herî zêde cihê 25 kesan heye. Heger kesek wê biçe çi weke ferd û çi jî weke kom, divê ji beriya wê ve navê xwe bide nivîsandin. Ji bo têkiliyê jî dêûbav dikarin ji duşemê heta pênşemê ji saet 10´an heta 15:30´î bi hejmara telefonê 00496921235154 navê zarokên xwe qeyd bikin cihekî ji wan re veqetînin; ji înê heta yekşemê jî agahdariyan dikarin wergirin ji hejmara telefonê 00496921235599´ê.

Heger hûn bêhtir bi e-mailê vî karê dikin, hem ji bo veqetandina cih û hem jî ji bo agahiyan hûn dikarin ji vê navnîşanê re binivîsin: info.junges-museum@stadt-frankfurt.de

 

FRANKFURT

 
 

Muzeya ciwan

 

Junges Museum (Muzeya Ciwan) 7´ê Çiriya Paşîn a 1972´yan bi navê Kindermuseum (Muzeya Zarokan) di nava mekanê Muzeya Dîrokî ya Frankfurtê de hat vekirin. Ji Sibata 2018´an ve jî li mekanên nûkirî yên Muzeya Dîrokî ya Frankfurtê li meydana Roemerê bi navê Junges Museum zarok û ciwanan û her weha mezinên zarok û ciwanmayî dihewîne. Li muzeyê gelek pêşangehên balkêş hene ku ji bo zarokên 6 heta 14 salî hatine amadekirin. Niha pêşangeha “Dagegen? Dafuer (Li dijî? Pê re!)” ku behsa şoreşê dike û bi sernavê “Şoreş dîrokê çêdike” li muzeyê heye, tevî pêşangeha “Şopên malbatan” û projeya “Arşîvê”.